19:06 25 Nîsan 2018
    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

    Rûsya: Amerîka ji bo hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn kaoseke bi kontrol dixwaze

    © REUTERS / Sergey Karpukhin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku polîtîkaya Amerîkayê ya asta daxistina şêmûga bikaranîn çekên nukleerî metirsîdar e.

    Lavrov li Konferansa Ewlehiyê ya Moskowayê axift û got, "Di qada îstîqrara stratejîk de Washington berî her tiştî dixwaze serweriya leşkerî û wekhevî xira bibe. Hewildanên wê yên bicihkirina pergalên moşekî yên navdewletî li ser sînorên Rûsyayê û çalakiyên leşkerî yên NATOyê berdewam in. B idîtina me polîtîkaya Amerîkayê ya asta daxistina şêmûga bikaranîn çekên nukleerî metirsîdar e."

    ‘BI AMERÎKAYÊ RE GOTÛBÊJ CIHÊ PIRSÊ YE'

    Lavrov diyar kir ku bi taybetî hewildanên Amerîkayê yên têkbirina bernameya nukleerî ya Îranê, biryara NYyê li ser Rojhilata Navîn, Deklerasyona Konferansa Avhewayê û prensîbên bingehîn ên rêxistina bazirganiyê ya cîhanê gumanan bi me re çê dike ku bi Amerîkayê re gotûbêj bêne kirin.

    Lavrov herwiha anî ziman ku di peywendiyên navdewletî de meyildariyek li ser revîzyonîzmê heye.

    Lavrov di çarçoveya Rêkeftina Kêmkirina Çekên Êrişa Stratejîk (START) stokên çekên kîmyayî hatine jinavbirin û çekên stratejîk jî hatine kêmkirin û bangî Amerîkayê kir ku di warê moşekên stratejî ji nû ve bêne arastekirin.

    ‘AMERÎKA JI BO HEBÛNA XWE YA ROJHILATA NAVÎN KAOSEKE BIKONTROL DIXWAZE'

    Lavrov, "Amerîkî ji bo ku ji bo hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn mafdar nîşan bidin, bi awayekî dixwaze ev kaosa bi kontrol berdewam bike."

    DIVÊ DAXWAZA SEROKAN BI ENTRÎKAYAN NEYÊ TÊKBIRIN'

    Lavrov bal kişande ser avakirina îstîqrara stratejîk û sazkirina gotubêjan, "Em dixwazin li ser mijarên rojevê û îstîqrara stratejîk bi her hawî diyalogan pêk bînin. Divê ev mijara ku serok giringiyê didine, bi leyîstokên burokratîk neyê têkbirin û hêvîdar im nebe êsîrê entrîkayên siyasî."

    Trump piştî hilbijartinên serokatiya Rûsyayê li Pûtîn geriya û wî pîroz kir û daxwaz kir ku bi Pûtînî re rû bi rû hevdîtinekê pêk bîne.

    ‘EM NAXWAZIN BI KESÎ RE RIKBERIYÊ BIKIN LÊ EN DÊ XWE BIPARÊZIN'

    Lavrov divê welatên Rojavayê fam bikin ku di ser Rûsyayê re dê nebine xwedî îmtiyazên yekalî. Moskowa hewil nade tiştekî li ser hinan empoze bik. Em rikberiyê naxwazin lê em dê xwe û berjewendiyên xwe biparêzin."

    Lavrov, "Em dê bi hevpeymanên xwe re peywendiysan daynin, em beyî ku hiqûqa navdewletî û rola NYyê ji çav bikin, em dê rêze li welatên din û berjewendiyên welatên din bigirin. Em naxwazin bi kesî re rikberiyê bikin lê em dê bi hemû hêza xwe serweriya xwe û berjewendiyên xwe biparêzin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Amerîka û Brîtanya ji rêbazên exlaqê dûr ketine
    Lavrov: Amerîka hewl dide herêmên qeraxa çemê Firatê cihê bike
    Lavrov: Bêyî kurdan li Sûriyeyê çareserî nabe
    Lavrov: Pûtîn, Erdogan û Rûhanî dê sepandina peymanên Astanayê gotûbêj bikin
    Lavrov ji dewletên rojavayî re: Em ê bersiva vê bidin
    Lavrov: Îngilîz li hemû dinyayê digerin û daxwaza dersînorkirina dîplomatên rûsî dikin
    Etîketan:
    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Daxuyanî, Serwerî, Berjewendî, Gotubêj, Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de