19:21 25 Nîsan 2018
    Moskowa

    Dîplomatên amerîkî ku Rûsyayê dersînor kirin ji balyozxaneyê veqetiyan

    © AP Photo / Pavel Golovkin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Beşa pêşî ya dîplomatên amerîkî ku Rûsyayê biryara dersînorkirina wan dabû ji Balyozxaneya Amerîka ya li Moskowayê veqetiyan.

    Rûsyayê ji bo derketina dîplomatên amerîkî mawe dabû û piştî qedandina maweyê îro sibehê bi dehan dîplomat û malbatên wan bi 4 otobusan ji Balyozxaneya Amerîka ya li Moskowayê ber bi balafirxaneyê ve ketin rê.

    Londrayê ji bo mijara jehrîkirina Sergey Skripal bêyî ku delîlan nîşan bide Rûsya tometbar kiribû û piştî tohmetê Amerîka jî di nav de nêzîkî 20 welatên Yekîtiya Ewropa û NATOyê zêdetirî 150 dîplomatên rûsî bi sedema hevsengiya Brîtanyayê dersînor kiribûn.

    Rûsya jî wek bersivdayînê biryara dersînorkirina dîplomatan dabû. Moskowa ji xeyrî dersînorkirina 60 dîplomatên amerîkî Konsolxaneya Amerîka ya li Saint Petersburgê jî girtibû.

    Bi heman mijarî:

    Balafira pêşîn ya ku dîplomatên rûsî ji Amerîkayê tîne, gihîşt Moskowê
    Moskowa: 50 dîplomatên din ê brîtanî têne dersînorkirin
    Rûsya: Îstixbarata amerîkî ketiye hewla danûstandina bi dîplomatên hatine dersînorkirin re
    Dîplomatên rûsî bi awayeke girseyî ji Ewropayê têne dersînorkirin
    Rûsyayê jî dest bi dersînorkirina dîplomatên amerîkî û ewropî kir
    Etîketan:
    Dersînorkirina dîplomatan, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de