15:43 21 Gulan 2018
    KENY

    Rûsyayê ji bo krîza Skrîpal ji KENYê daxwaza civînê kir

    © REUTERS / Andrew Kelly
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vasiliy Nebenzya ragihand ku Rûsyayê ji bo li ser tawanbariyên bûyera jehrîkirina ajanê berê Sergey Skrîpal û keça wî Yuliya gotûbêj bike, banga civînê li Konseya Ewlekariyê kiriye.

    Nebenzya li rûniştina Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) axivî û li ser bûyera Skrîpal û tawanbariyên dijî Rûsyayê banga civînê li KENYê kir.

    Vasiliy Nebenzya daxwaz ji KENYê kir ku sibe 5ê Nîsanê piştî nîvro Konseya Ewlekariyê ji bo mijara Skrîpal bicive.

    Nûnerê Rûsyayê di axaftina xwe de, bal kişand ser ku Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May 13ê Adarê li ser bûyera jehrîkirinê ya li bajarê Salisburyê nameye ji KENYê şandiye.

    Nebenzya li ser îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve jî got, ew piştgiriyê didin ‘bangewaziyên rastîn ne yên xeyalî'.

    Bi heman mijarî:

    Wekîlê rûsî: Divê Theresa May Erdogan mînak bigire û lêborînê ji Rûsyayê bixwaze
    Li Silêmaniyê hemû zimanên bîyanî li kreşan hatin qedexekirin
    Li Amedê polîsan dest danî ser pasteya 'kesk û sor û zer' a ji HDPê re diçû
    PKK: Efrîn dilê Kurdistanê ye û ji dagirkeran re namîne
    Dozgerê amerîkî ji rayedarê bankeya Tirkiyê re 15 sal ceza xwest
    Hêzên Pêşmerge kengî vedigerin Kerkûkê?
    Etîketan:
    Skrîpal, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de