07:28 24 Nîsan 2018
    Jehrîbûna Sergey Skripal

    Wekîlê rûsî: Divê Theresa May Erdogan mînak bigire û lêborînê ji Rûsyayê bixwaze

    © AP Photo / Matt Dunham
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê Dumayê Adalbi Şhagoşev ji bo Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May bibîr xist ku kêşeya balafirê ya navbera Tirkiye û Rûsyayê bi lêborîna Erdogan ya ji Rûsyayê çareser bû û divê vê rewşê ji xwe re mînak bigire û ji Rûsyayê lêborînê bixwaze.

    Şhagoşev anî ziman ku piştî F-16yên artêşa Tirk di Mijdara 2015an de balafira rûsî xist, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji Rûsyayê lêborîn xwest, divê Theresa May jî vê mînak bigire û got, "Bêguman ji Theresa May zanyariya rojhilat nayê payîn. Lê di dîroka modern ya polîtîkaya navdewletî de rewşên krîtîk jî hatine çareserkirin. Wekî mînak, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji ber çalakiya Tirkiyeyê ku di encamê de pîlotê rûsî mir, lêborînê xwest."

    Şhagoşev anî ziman ku lêborîn ne ji bo daxwazên şexsî, ji bo berjewendiyên neteweyî ji aliyê serokên mezin ve tê xwestin.

    Wekîlê rûsî ger Theresa May ji vê mînakê wernegire wê piştrast kiribe ku tawanbariyên ji bo jehrîkirina Skripal li Rûsyayê tên kirin, bi zanebûn hatine çêkirin û herwisa beşdarbûna şerê enformasyonê yê li dijî Rûsyayê û bi Amerîkayê re wekî eniyeke duyem tevgeriyaye qebûl dike.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Rûsyayê di derbarê buyera Skripal de 13 pirsan ji OPCWê pirsîn
    Balyozê rûsî: Bûyera Skripal provokasyona Brîtanyayê ye
    Zaxarova sedama veşartina agahiyên derbarê Skripal de eşkere kir
    Gurcistan bi hinceta bûyera Skripal dîplomatekî rûsî wê dersînor bike
    Zaxarova: Delîlên bûyera Skripal yên Brîtanyayê derewên kurewî ne
    Etîketan:
    Parlamenterê Dumayê yê Rûsyayê, Adalbi Şhagoşev, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de