17:32 25 Nîsan 2018
    Rûsya- Îran- Tirkiye

    Rûsya, Tirkiye û Îranê daxuyaniyeke hevpar da

    © Sputnik / Mikhail Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Piştî lûtkeya serokên Rûsya, Tirkiye û Îranê ya ku li Enqereyê bi rê ve çû, hersê welatan daxuyaniyek hevpar da ku wan tê de teqez kir ku ji bo parastina yekîtiya axa Sûriyeyê, ew hemû hewlên "afirandina rastiyên nû li qadê yên ku di bin kirasê têkoşîna li dijî terorê tên kirin" red dikin.

    medyaya civakî-sosyal medya-facebook-twitter-instagram-youtube-whatsapp-telegram
    © Sputnik / Mevlut Oguz
    Piştî ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokê Îranê Hesen Rûhanî û yê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî civîna xwe ya li Enqereyê ya bi mijara Sûriyeyê hatibû lidarxistin daxuyaniyeke hevpar weşand.

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hersê serokan geşedanên dawî yên li Sûriyeyê yên ku piştî lûtkeya 22ê Mijdara 2017an a li bajarê Rûsyayê yê Soçiyê rû dabûn nirxandine.

    Herwiha serokan kêfxweşiya xwe ji ber beşdariyên erênî yênpêvajoya paytextê Qazaxistanê, Astanayê ya Çileya sala 2017an di çareserkirina qeyrana Sûriyeyê de ragihandiye.

    Di daxuyaniya hevpar de wiha diyarkirin ku "hat teqezkirin ku formata Astanayê tekane bizava navdewletî ya bibandor e ya ku di rêya lezandina pêvajoya Cenevê re ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî ya mayinde ji bo nakokiya Sûriyeyê û kêmkirina rageştiyê li tevahiya Sûriyeyê, piştgiriyê dide îstiqrar û aştiya li Sûriyeyê.

    Hat teqezkirin ku her sê serokan birijdbûna xwe misoger kiriye ku dê hevkariya xwe ya çalak berdewam bikin da ku agirbest di navbera aliyên şerî de were dabînkirin û bipêşdeketin di pêvajoya siyasî ya di çarçoveya biryara 2254an a Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî(NY) de were bidestxistin.

    Herwiha hersê serokan di daxuyaniya xwe de dubare kiriye ku bi xurtî pabendiyê bi serwerî, serxwebûn, yekîtî û hevgiriya Sûriyeyê û pêkhatebûna wê ya ne li ser bingehê fraksyonên xuya, dikin.

    Ev gotin di wê daxuyaniya hevpar de hatin kirin: "(Serokan) bê ku binerin bê kê kiriye, teqez kiriye ku hemû gavên bên avêtin, divê hêmanên biryarên NYyê û pesendkirina ji aliyê viyana hemû beşên nûnerên civaka Sûriyeyê bin pê nekin. Hemû bizavên afirandina rastiyên nû yên ku di bin kirasê têkoşîna li dijî terorê de red kirine, birijdiya xwe li himberî wan rojevan cudaxwaz derbiriye ku ku armanca wan qelskirina yekîtiya axê û ewlekariya neteweyî ya welatên cîran e."

    Ji aliyê din ve, daxuyaniyê diyar kir ku Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê ya li Soçiyê bi rê ve çû, hîmeke giring bû  ku rê li ber pêvajoya siyasî vekir û soz daye ku  di demeke kurt de bi alîkariya NYyê piştgiriyê bidin pêvajoya avakirina komîteya destûrê ya ku di kongreyê de biryara wê hatibû dan.

    Hat piştrastkirin ku dê piştgiriyê bidin sûriyan da ku ji nû ve yekîtiya welatê xwe damezirînin û wiha dewam kir: "(serokan) dubare kiriye ku divê alîkariya bidin peydakirina çareseriyeke siyasî ji bo nakokiyê ku bi rêya hilbijartinên adil û azad pêk were ku di bin çavdêriya NYyê de hemû sûrî xwedan ehliyet dengê xwe bidin û ev pêvajo bi awayekî şefaf, adil, azad û berfireh were kirin ku bi xwedanî û pêşengiya sûriyan li ser bingehê viyana azad a gelê Sûriyeyê bi rê ve biçe."

    Daxuyaniya ku serokên Tirkiye, Rûsya û Îranê îmze kiribû,  piştrast kir ku hevkarî dê dewam bike da ku rêxistin, bizav, kom û kesên din ên ku girêdayî DAIŞ, Eniya Nusrayê, El Qaîdeyê bên jinavbirin.

    Herwiha hat teqezkirin ku "(serokan) di têkoşîna li dijî terorê de, cudakirina van rêxistinên li jorê hatine diyarkirin ji komên çekdar ên tev li rejîma agirbestê bûne yan jî dê bibin, ji bo rêgirtina li ber wendahiyên sivîlan gelekî giring e."

    Herêmên li Sûriyeyê yên di bin dorpêçê de jî hatine gotibûjkirin û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "(Serokan) biryara NYye ya 2401ê ya rewşa mirovî ya xerab a li tevahiya Sûriyeyê ku Xûtaya Rojhilatî, Yermûk, Fua, Keferya, parêzgeha Idlibê, bakurê parêzgeha Hemayê, Rukban û Reqa jî di nav de, bi kêfxweşî pêşwazî kiriye û bi xurtî bangî aliyên şer dikin ku xwebidûrxistina ji binpêkirina agirbestê di nav de, hemû hikmên biryara navborî bînin cî".

    Di daxuyaniyê de hat gotin ku parastina sivîlên li herêmên kêmkirina rageşiyan û gihandina alîkariya mirovî bo wan herêman lezgîntir û bênaber dewam bike hatiye axaftin û hat dubarekirin ku herêmên kêmkirina rageşiyan, bihurbar e

    Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “(Serokan) ji bo alîkariya mirovî ya zêdetir, çalakiyên paqijkirina mayinan were hêsankirin, ji bo avakirina tesîsên aborî û civakî wek berê werin avakirin, ji nû ve avakirina binesaziya welêt û parastina mirata Sûriyeyê di serî de bang li Neteweyên Yekbûyî, ajansên mirovî û hêzên navneteweyî hat kirin.”

    Di daxuyaniya hevpar de çalakiyên koma xebatan ji bo rizgarkirina kesên dîl girtî, berdana kesên hatine rewandin, radestkirina cenazeyan û ji bo tespîta kesan ku cara ewil di civîna dawî ya Astanayê de hatin cem hev, bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

    Di beyana hevpar a her sê serokan de, li ser vexwendina Rûhanî civîna din li Îranê bê lidarxistin, hat parvekirin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê serkeftina xwe ya Xûtayê deyndarê Navgînên Bêmirov e
    Sererkanê Rûsyayê: Hemû terorîstên li Sûriyeyê ji derve ve tên birêvebirin
    ‘Em ê Amerîka û Tirkiye ji Sûriyeyê derxînin'
    Serokwezîrê tirk li ser partiya nû ya li Bakurê Sûriyeyê axivî
    Etîketan:
    NY, DAIŞ, Hesen Rûhanî, Vladîmîr Pûtîn, Recep Tayyip Erdogan, Sûriye, Tirkiye, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de