21:52 19 Nîsan 2018
    Leşkerên amerîkî yên li Sûriyeyê

    Rudskoy: DYAyê li Sûriyeyê amadehiya şerekî nû dike

    © AP Photo / Hussein Malla
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Sererkanê Rûsyayê Sergey Rudskoy, "DYA li Sûriyeyê amadehiya şerekî nû dike, di şerê nû îhtîmal heye ku herkes bi herkesi re pevbiçin." Rudskoy da zanîn ku DYAyê bi daxwaz û helwesta perçebûna Sûriyeyê tevdigere.

    Sererkanê Rûsyayê Sergey Rudskoy di Konferansa Ewlehiya Navnetewî a Moskowê de axivî û eşkere kir, DYAyê bi daxwaz û helwesta perçebûna Sûriyeyê tevdigere. Sererkanê rûs da zanîn ku DYA, Sûriyeyê ji bo şerekî nû amade dike. Dibe di vî şerê nû de herkes bi herkesi re pevbiçin.

    Rudskoy derbarê encamên operasyonên dijî terorê û rewşa Xûtaya Rojhilat de agahî dan. Li gor daxuyaniyên Rudskoy, bi piştgiriya Rûsya û Îranê li Sûriyeyê ji 65 hezarî zêdetir çekdar hatine kuştin. 1245 dever, 113 hezar kîlometro kare ji trorîstan, 6 hezar û 500 hektar qad, ji 1500 kîlometroyî zêdetir rê û 17 hezar 200 avahî ji teqemeniyan hatin pakijkirin.

    Rudskoy, "Koçber ji ser rêya koridora mirovî li Xûtaya Rojhilat vedigerin. Di rojên pêş me de divê operasyona li Xûtaya Rojhilat bi dawî bibe." Rudskoy bibîrxist ku bi piştgiriya Rûsya û hevkariya bi hikumetê re ji Xûtaya Rojhilat 156 hezar û 620 kes hatin tehliyekirin.

    Bi heman mijarî:

    Rudskoy: Lihevkirina çêbû ji bo ku milîtan ji Dûmayê bên derxistin
    Rudskoy: Me dawiya operasyona DAIŞê bi awayekî nebînayî pêkanî
    Rûsya, ji bo ji Xûtaya Rojhilat derên bi milîtanan re pêşpeymanekê çêkir
    Rûsya: Hemû milîtanên Feylaq el Rahman ji Xûtaya Rojhilat hatin tehliyekirin
    Etîketan:
    xûtaya rojhilat, Sûriye, şer, pevçûn, Artêş, Sergey Rudskoy, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de