07:32 27 Nîsan 2018
    Rusya Savunma Bakanı Sergey Şoygu

    Şoygu ji bo hevpeymanê got: We nikaribû bi DAIŞê û rewş hîn bêîstiqrar kir

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu got, hevpeymana bi pêşengtiya Amerîkayê ya ji zêdetirî 30 welatan pêk tê, nikarîbû bi DAIŞê, rewş tenê hîn jî bêîstiqrar kir.

    Sergey Şoygu li Moskowê di Konferansa Ewlehiyê ya Navdewletî ya 7an de axivî û diyar kir ku hevpeymana bi pêşengtiya Amerîkayê nikarîbû bi DAIŞê, tenê rewşê hîn jî bêîstiqrar kir. Şoygu got, "Encameke berbiçav nehat bidestxistin. Li Iraq û Sûriyeyê herêmên di kontrola DAIŞê de berfireh bûne. Nabe mirov bawer bike ku hevpeyman nikare bi terorîstan. Lê li gorî tê dîtin armanc cuda bû, bêîstiqrarkirina rewşa herêmê, xurtkirina hebûna xwe ya leşkerî û aborî."

    Şoygu diyar kir ku pergalên parastina moşekan yên Amerîkayê dibe sedema bêîstiqrarbûn û pêşbirka çekan.

    Şoygu ev tişt gotin: "Bêguman pergalên parastina moşekan yên Amerîkayê faktoreke cidî ye ku dibe sedema bêîstiqrarbûn û pêşbirka çekan. Bi vê yekê berpirsyariyên navdewletî yên ji bo rakirina moşekên menzîldirêj û nîvmenzîl tên binpêkirin. Amerîka bi xurtkirina xwe ya li Rojhilatê Ewropayê jî dibe sedema endîşeyan. Di vir de rewşeke nakok heye ku NATO ji aliyekî ve hebûna xwe ya li ser sînorê Rûsyayê xurt û modernîze dike û ji aliyê din ve jî hewl dide bibêje li Ewropayê metirsî zêde bûye. Yanî xwe bi xwe ji metirsiyeke Rûsyayê ya tune ye, ditirsîne."

    Sergey Şoygu herwisa anî ziman ku beşeke mezin ya Sûriyeyê ji DAIŞê hatiye rizgarkirin û got, "Ji bo beşên din jî hevdîtin tên kirin ku çekan berdin. Di dema hevkariya me ya li gel hevpeymanê de derfet hebû ku mijara DAIŞê gelekî zû û bi wendahiyên hindik bihata qedandin."

    Bi heman mijarî:

    Sûriyeyê bang li NYê kir: Êrişên Tirkiyeyê bidin rawestandin
    Pûtîn: DAIŞ li Sûriyeyê hat têkbirin, lê hê jî xwedî potansiyel e
    Ji Trump bo vekişîna Sûriyeyê: Heke em bimînin divê fatoreya wê hûn bidin
    Çima Erdogan bi kincên leşkerî çû ser sînorên Sûriyeyê?
    Etîketan:
    Hevpeymana Navdewletî, Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê, DAIŞ, Sergey Şoygu, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de