17:19 25 Gulan 2018
Pergala parastina moşekên S-400î

Ji Rûsyayê di derbarê radestkirina S-400an a ji bo Tirkiyê daxuyanî

© Sputnik / Dmitry Vinogradov
Rûsya
Lînkê kurt
0 02

Serokê şirketa danûstendinên leşkerî ya Rûsyayê Aleksandr Miheyev daxuyand ku ji bo em zûtir moşekên S-400 radestê Tirkiyê bikin hemû tişt amade ne.

Aleksandr Miheyev di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re de destnîşan kir ku: Em lê dixebitin ku li ser pêvajoya dîroka radestkirinê bi hev bikin. Ji bo ku ricayên Tirkiyê bi cih bibe em hemû tiştên ku ji destê me tê dikin.
Serokê Dewleta Rûısyayê Vlademîr Pûtîn di hevdîtina xwe ya bi Erdogan re de got ku "di dîroka radestkirina moşekên S-400î de me biryar da ku em zûtir bikin."
Musteşarê Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê İsmail Demir li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku radestkirina moşekan wê di sala 2019an de bibe.

Bi heman mijarî:

DYA wê ji Tirkiyeyê re alternatîva S-400 a rûsî pêşnîyar bike
Dîplomatê amerîkî ji bo alternatîfa S-400 a rûsî diçe Tirkiyeyê
Rûsya: Peymana di navbera me û Tirkiyê ya li ser moşekên S-400 herdu aliyan jî memnûn kir
Amerîka: 'S-400 dê bibe sedema sepandina dorpêçan, werin em ji bo alternatîvê bixebitin'
Etîketan:
tirkiye, moşekên S-400î, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de