02:28 20 Nîsan 2018
    Su-57

    Medya îngilîz: Bombeya nû ya rûsan ‘nîşaneya êrîşkariya Kremlînê’ ye

    © Sputnik / Evgeny Biyatov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya îngilîz Daily Express di raporteke xwe de got, bombeya balafirên şer a Drel ku tê çaverêkirin îsal bikeve xizmeta artêşa rûsî ‘nîşaneya êrîşkariyeke nû ya Kremlînê’ ye.

    Rojname bombeya nifşa 5an a ji bo balafira Su-57 hatiye çêkirin, wekî gumanên şerê cîhanê yê sêyemîn zêde dike nirxand û diyar kir ku bombeya Drel dikare bêyî bikeve qada hewayî ya dijmin ji 30 kîlometran ve li armancên xwe bixe.

    Di nûçeyê de hat gotin, "Tenê yek bombeyek, bi 15 muhîmatên xweajo tê bicihkirin. Ev besî tunekirina karwaneke tankan yan jî bataryayeke moşekan e. Ji bilî vê jî Drel ji aliyê radaran ve xuya nabe."

    Herwiha rojnameyê îdia kir ku Rûsyayê ev bombeya nû piştî krîza jehrîkirina Skrîpal eşkere kiriye ku ‘Ev nîşaneya êrîşkariya nû ya Kremlînê' ye.

    Techmashê bombeya nû cara ewil li Pêşengeha Navnetewî ya Hewa û Fezayê ya 2015an pêşkeş kiribû û li Forûma Army-2016an jî hatibû eşkerekirin ku navê wê bombeyê Drel e.

     

    Bi heman mijarî:

    Ferîd Eseserd: Ti welat bi qasî Tirkiyê peyva terorê bikar nayîne
    Generalê Siûdî: Tekane rêya li ber Kurdan damezirandina Kurdistana mezin e
    Ji Trump bo vekişîna Sûriyeyê: Heke em bimînin divê fatoreya wê hûn bidin
    Ji CENTCOMê daxuyaniya YPG û HSDê: Şirîkên me yên sereke ne
    Hesen Rûhanî gihîşt Enqereyê
    Etîketan:
    Su-57, Bombeya Drel, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de