06:08 20 Nîsan 2018
    Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

    Pûtîn: Mafê Kurdan e li Sûriyê di hemû proseyên çareseriya siyasî de cî bigirin

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di civîna hevpar a digel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de, li ser çareseriya krîza Sûriyeyê ragihand ku ji bo wan ya herî girîng misogerkirina yekparçebûna xaka Sûriyeyê ye.

    Pûtîn diyar kir ku ew bi hemû welatên bala wan li ser krîza Sûriyeyê re ye hevkariyê dikin û got, "Ji bo me ya herî girîng garantîkirina serwerî û yekparçebûna xaka Sûriyeyê û hilweşandina hêlînê terorê yên li wê derê ye. Em dê di vê çarçoveyê de hevkariya bi Tirkiyeyê re berdewam bikin."

    Serokê Rûsyayê li ser rola Kurdan û beşdarbûna wan di çareseriya rewşa Sûriyeyê de wiha axivî:

    'MAFÊ KURDAN HEYE DI HEMÛ PROSEYÊN ÇARESERIYA SIYASÎ Û DAHATÛYA SÛRIYEYÊ DE CÎ BIGIRIN'

    "Mafê gelê Kurd heye di dahatûya Sûriyeyê de cih bigire. Di vê mijarê de biryara dawî ya gelê Sûriyeyê ye. Em dihizirin ku gelê Kurd beşek ji Sûriyeya pirnetewî ne. Mafê Kurdan heye di hemû proseyên çareseriya siyasî û dahatuya Sûriyeyê de cî bigirin. Lê belê divê hemû pêvajo di nav kordînasyoneke baş de bimeşin. Heger ev neyê kirin, encam nayê wergirtin. Di vê çarçoveyê de, dê gelê Sûriyeyê bixwe biryara kes û derdorên beşdarî pêvajoyên siyasî bibin û di dahatûya Sûriyeyê de cihekî çawa bistînin bidin."

     

    Bi heman mijarî:

    Li navenda Youtubeyê êrîşa çekdarî: 4 kes birîndar bûn, êrîşkar hat kuştin
    Ferîd Eseserd: Ti welat bi qasî Tirkiyê peyva terorê bikar nayîne
    Generalê Siûdî: Tekane rêya li ber Kurdan damezirandina Kurdistana mezin e
    Ji Trump bo vekişîna Sûriyeyê: Heke em bimînin divê fatoreya wê hûn bidin
    Ji CENTCOMê daxuyaniya YPG û HSDê: Şirîkên me yên sereke ne
    9 xwendekarên ji bo Efrînê hatin desteserkirin, hatin girtin
    Etîketan:
    Sûriye, Kurd, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de