08:25 23 Nîsan 2018
    Serokê dewleta Rûsyayê Vladimir Putin

    Putin mezbeteya xwe ya serdema 4an stend: Şefaftirîn hilbijartina dîroka Rûsyayê bû

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin li Moskowê bi Seroka Komisyona Hilbijartinê ya Navendiya Rûsyayê Ella Pamfilov re civiya û mezbeteya serokatiya xwe ya serdema 4an girt. Putin got, ev hilbijartin di dîroka Rûsyayê de hilbijartinên herî şefaf bûn.

    Li gorî daxuyaniya Kremlînê Pamfilov mezbeteya serokatiyê da Putin û di dema dayinê de got, "Vladimir Vladimiroviç, ji bo serfiraziya we ya qanîkirin û eşkerebûnê pîroz dikim û mezbeta we teslîm dikim."

    Putin jî spasiya xwe pêşkeş kir û got, "Ev xebateke mezin bû li tevahiya welêt. Wekî hinek kesan jî digot, bawer dikim ev hilbijartin di dîroka welatê me de hilbijartinên herî şefaf û paqik bûn."

    Li gorî encamên hilbijartinan Putin 56 milyon û 430 hezar û 712 (ji sedî 76.69) deng stendibûn û bûbû serok.

     

    Bi heman mijarî:

    Sererkanê Rûsyayê: Hemû terorîstên li Sûriyeyê ji derve ve tên birêvebirin
    Ji Rûsyayê bersiva Brîtanyayê ya gotinên, ‘Hemû şop me dibin Kremlinê’
    Li navenda danûstandinê ya li Rûsyayê bobelata şewatê
    Etîketan:
    serokatiya Rûsyayê, Ella Pamfilov, Vladimir Putin, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de