07:54 24 Nîsan 2018
    Mehmet Emîn Îkbal Durre

    Doç. Dr. Durre: Tirkiye bê destûr nikare dest bi operasyona Minbicê bike

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 30

    Mamostayê Enstîtuya Têkiliyên Navneteweyî ya Fakulteya Lêkolînên Herêmî ya Zanîngeha Ziman a Moskowayê Doç. Dr. Mehmet Emîn Îkbal Durre serdana Pûtîn a Enqereyê, tifaqa hersê welatan û îhtîmala operasyona Tirkiyeyê ya Minbicê ji Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

    Mamostayê Enstîtuya Têkiliyên Navneteweyî ya Fakulteya Lêkolînên Herêmî ya Zanîngeha Ziman a Moskowayê Doç. Dr. Mehmet Emîn Îkbal Durre serdana Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a Enqereyê, tifaqa navbera hersê welatan û îhtîmala operasyona Tirkiyeyê ya Minbicê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Li gor Durre, Enqere û Moskowa negihiştine asta mutefikiyê tenê di nava hevkariyeke baş de ne û Tirkiye bi tu awayî bê destûra Amerîkayê nikare li herêma Minbicê dest bi operasyoneke leşkerî bike.

    ‘HERDU WELAT JÎ GIRÎNGIYÊ DIDIN HEV'

    Doç. Dr. Mehmet Emîn Îkbal Durre serdana Pûtîn a Enqereyê nirxand û got: "Sala borî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan 20 caran bi telefonê û 9 caran jî rûbirû hevdîtin pêk anîn. Ev tê wateya ku herdu welat girîngiyê didin hev. Niha di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de tifaqek heye, lê em nikarin vê tifaqê wek mutefikiyekê bi nav bikin. Em dikarin vê bi hevkariyeke xurt û cidî bi nav bikin. Ya pêşî, têkiliyên van herdu welatan jî zêdetir ji ber têkiliyên nebaş ê dewletên rojavayî, yanî bi mentixê dijminê dijmin dostê min e hatiye sazkirin û di xala duyemîn de jî asta têkiliyên ekonomîk a navbera herdu welatan e û ev jî madeyî girîng e."

    ‘MIJARÊN NELIHEVKIRÎ JI YÊN LI HEVKIRÎ PIR ZÊDETIR IN'

    Mehmet Emîn îkbal Durre di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wek min got di têkiliyên ekonomîk ê herdu welatan de jî rola têkiliyên nebaş a bi welatên rojavayî re mezin e. Di vir de faktora herî girîng têkiliyên nebaş ê bi welatên rojavayî ye, lê ji aliyê din ve du welatên cîran ku pêwistiya wan bi hev heye û têkiliyên xwe yên ekonomî bi pêş dixin û hevkariya wan a Sûriyeyê. Ez dîsa dubare dikim ev hevkariyeke û em vê wek wateya peyva mutefikiyê nikarin bi kar bînin ji ber ku herdu welat ne mutefik in. Digel ku di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de hevkariyeke xurt jî heye, ji aliyê din ve dubendiyên cidî jî hene. Ev hersê welat zêdetir li ser yekbûna Sûriyeyê li hev dikin. Di rastiyê de mijarên nelihevkirî ji yên lihevkirî zêdetir in."

    ‘ARMANC HEVKARIYA LI DIJÎ TEVGERA WELATÊN ROJAVAYÎ YE'

    Emîn Îkbal Durre di dirêjiya axaftina xwe de got: "Wek mînak bêjim,di mayîna Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad de nêrîna Moskow cuda û ya Enqereyê cuda ye. Statuyê kurdên Sûriyeyê, di operasyona rojavayê Firatê de helwesta Îran cuda û Rûsyayê cuda ye. Ev hersê welat bêyî ku dubendiyên nava xwe mezin bikin, li ser noqteyên hevpar bi mentiqê ku em ê çawa bikaribin li hemberî welatên rojavayî tevbigerin û çareyên baştir bibînin hevdîtinan li dar dixin. Yanî armanc hetanî îdare bibe domandina hevkariyê ye. Di rojevê de mijarên ekonomîk jî hene jixwe ew ji aliyê her kesî ve têne zanîn."

    ‘TIŞTEKÎ KU WASHÎNGTON BÊJE NA ENQERE NIKARE BÊJE ERÊ'

    Mamosta Durre di dawiya axaftina xwe de ji bo îhtîmala operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Minbicê got: "Ez di serî vê bêjim nemimkin e ku Tirkiye beyî destûra Amerîkayê li hemberî Minbicê dest bi bi operasyoneke leşkerî bike. Bê çawa Tirkiye bê Rûsyayê nikare mudaxeleya herêma rojavayê Firatê bike, eger Amerîka bi cidî li dijî operasyonê derkeve Tirkiyeyê nikare mudaxeleyê bike. Di meseleya mudaxeleya Minbicê de wê Amerîka çi qas zelal be em wê nizanin. Tiştekî Washîngtonê bêje na Enqere nikare bêje erê. Ji Tirkiyeyê ve jixwe ev ne karekî eqlê selîm e jî.

    Bi heman mijarî:

    Putin: Peymanên Rûsya, Tirkiye û Îranê bi kêr tên
    'Rûsya û Tirkiye ji bo S-400an plan dikin ku peymaneke din îmze bikin'
    'Wezîrên karên derve yên Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astanayê li hev dicivin'
    Erdogan: Hebûna Amerîkayê li Sûriyeyê li dijî Tirkiye Rûsya û Îranê ye
    Rûsya û Tirkiye peymana bafiroka Ka-32 îmze kirin
    Prof. Tomar: Tirkiye û Rûsya di mijara Efrînê de li hev kirine
    Etîketan:
    Têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Mehmet Emîn Îkbal Durr, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de