05:09 21 Nîsan 2018
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump

    Rûsya: Trump daxwaz kir ku bi Pûtîn re hevdîtinekê pêk bîne

    © Sputnik / Michael Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê Yûriy Ûşakov ragihand ku Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump 20ê Adarê di axiftina xwe ya telefonê ya bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re daxwaza hevdîtinê kir.

    Ûşakov ji rojnamegeran re axivî û da zanîn ku Trump daxwaz kir ku bi Pûtîn re rû bi rû hevdîtinekê pêk bîne. Ûşakov, "Ger her tişt bi awayekî asayî berdewam bike hêvîdar im ku derbarê daxwaza hevdîtinê de fikrê xwe ne guherînin"

    Trump 18ê mehê piştî serkeftina Pûtînî di hilbijartinên Serokdewletiya Rûsyayê de li Pûtîn geriya bû û wî pîroz kiribû.

    Ûşakov, "Trump daxwaz kir ku hevdîtina ewil li Koşka Spî pêk were. Trump ev pêşniyazî di axaftina xwe ya bi telefonê re kir."

    Ji aliyê din ve Ûşakov da xuyakirin ku li ser bijehrîkirina sîxûrê berê yê rûsî Sergey Skripal û keça wî Amerîkayê piştgiriî da Londonê û 60 dîplomatên rûsî dersînor kirin, ev yek bû sedema ragêşiyan.

    Ûşakov, "Ez hêvîdar im ku şert û merc rê bidin ku rewşa niha were gotûbêjkirin. Lewra bi dîtina me ev yek gelek girîng e. Ev hevdîtin ne tenê ji bo welatên me herwiha ji bo raya giştî ya navdewletî jî girîng e."

    Ûşakov, "Ez hêvîdar im ku Amerîka dev ji sûcdariyên xwe yên bêbingeh berde û amadekariyên hevdîtinê destpê bikin. Ev yek dê bibe destpêla diyalogeke karîger û erênî."

     

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Pûtîn û Trump herdu jî dizanin ku pirsgirêkên xwe rûbirû neaxivin çareser nabin
    Ji Trump bo pîrozkirina Pûtîn: Têkiliya baş bi Rûsyayê re ne tiştekî xerab e, baş e
    Qesra Spî: Trump û Pûtîn di mijara giringiya Cenevreyê de mitabiq man
    Pûtîn ji ber parvekirina îstîxbaratê spasiya Trump kir
    Etîketan:
    Dîplomasî, Peywendî, Hevdîtin, Têkiliyên Rûsya û Amerîkayê, Donald Trump, Vladimîr Pûtîn, Yûriy Ûşakov, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de