17:39 25 Gulan 2018
Alaya Rûsyayê

Lavrov: Amerîka û Brîtanya ji rêbazên exlaqê dûr ketine

© Sputnik / Sergei Malgavko
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku têkiliyên Rûsyayê bi Amerîka, Brîtanya û welatên din re, ji dema Şerê Sar xirabtire, rêbaz di dema Şerê Sar de hebûn, lê ew welat ji rêbazên exlaqê dûr ketine.

Lavrov bi hevkarê xwe yê Bangladeşê Abdul Hesen Maehmûd Elî re li Moskowê civîna çapameniyê li dar xist û dersînorkirina dîplomatên rûsî di çerçoveya jehrîkirina sîxûrê berê yê rûsî Sergey Skrîpal û keça wî Yûliya de yên welatên Amerîka û Rojava nirxand.

Lavrov, "Derbarê Şerê Sar gelek tişt tên gotin. Lê tê axaftin ku rewşa îro ji heyama Şerê Sar xirabtire. Lê di heyama Şerê Sar de rêbaz hebûn, rêzikên edeb bikar dianîn. Lê mixabin hevalbendê me ketine du Amerîka û Brîtanyayê hemû rêzikên edeb terikandine û serî li derew û dezenformasyonê didin."

Lavrov got: "Rûsya, vê rewşê dê bi xwînsarî bersivê bide. Em bi israr in ku divê bingeha hemû sûcdar kirinan hebe û dersînorkirina dîplomatan bêbingeh in.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Amerîka hewl dide herêmên qeraxa çemê Firatê cihê bike
Lavrov: Bêyî kurdan li Sûriyeyê çareserî nabe
Lavrov: Pûtîn, Erdogan û Rûhanî dê sepandina peymanên Astanayê gotûbêj bikin
Lavrov ji dewletên rojavayî re: Em ê bersiva vê bidin
Etîketan:
bersiv, Sergey Lavrov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de