15:41 22 Nîsan 2018
    Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

    Kremlinê derbarê serdana Pûtînî ya Enqereyê de daxuyaniyek da

    © Sputnik / Aleksey Druzhinin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di serdana xwe ya 3-4ê Nîsanê ya Enqereyê de mijarên rojeva navdewletî gotûbêj bike ku Sûriye û projeyên stratejîk, nexasim enerjiyê, di nav de ne.

    Li gorî daxuyaniya Kremlinê, Pûtîn dê di 3-4ê Nîsanê de li ser vexwendina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî serdana Enqereyê bike.

    Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku Konseya Hevkariya Payebilind a Tirkiye-Rûsyayê(UDIK) ya 7emîn di 3ê Nîsanê de were lidarxistin û wiha dewam kir: "rewşa têkiliyên dualî-bazirganî-aborî û persepektîva bipêşveçûnê, nexasim di qada enerjiyê de boçûna projeyên stratejîk gotûbêj bikin. Tê plankirin û mijarên şêwira mijarên aktûel ên di rojeva navdewletî û herêmî de were kirin ku têkoşîna li dijî terorê li Sûriyeyê jî di nav de."

    HERDU SEROK DÊ BO VÎDE-KONFERANSÊ BINGEHÊ AKKUYUYÊ DEYNIN

    Herwiha di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku Pûtîn û Erdogan bi vîdeo-konferansê bingehê Santrala Enerjiya Nûklerî ya Akkuyuyê ya deynin.

    'PÛTÎN, ERDOGAN Û RÛHANÎ BO CARA DUYEM BICIN'

    Kremlinê diyar kir ku Pûtîn, Erdogan û Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî dê di 4ê Nîsanê de sêyem lûkteya sêalî ya ji bo Sûriyeyê pêk bînin.

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hersê serok dê di vê lûtkeya duyem de sepandina peymanên lûtkeya Soçiyê ya 22ê Mîjdarê gotûbêj bikin û herwiha dê ji bo xurtkirina rejîma agirbesta li Sûriyeyê, tevdîrên zêdetir, dabînkirina hevkariya li herêmên kêmkirina rageşiyê, çareserkirina kêşeyên mirovî û teşwîqkirina pêvajoya çareseriya siyasî gotûbêj bikin.

    "PÛTÎN Û RÛHANÎ BI SERÊ XWE JÎ DÊ BICIVIN"

    Ji aliyê din ve, Pûtîn di dema wan danûstendinên xwe yên li Enqereyê de bi hevkarê xwe yê îranî re civîneke dualî pêk bîne. Herdu serok dê têkiliyên herdu welatan û meseleyên herêmî û navdewletî jî gotûbêj bikin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Angela car caran ji min re bîra dişîne
    Alîkarê Pûtîn: Tirkiye xwest ku zûtirîn dem radestkirina S-400î pêk were
    Peskov bersiv da rexneyên Pûtîn ku gotibû ‘Peskov carna eletewş diaxive'
    Ji Pûtîn bo Serokê Çînê peyama pîrozbahiyê
    Encamên pêşî yên hilbijartina Rûsyayê ku Pûtîn qezenç kirin têne eşkerekirin
    Etîketan:
    Hesen Rûhanî, Recep Tayyip Erdogan, Vladîmîr Pûtîn, Îran, Rûsya, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de