18:43 19 Nîsan 2018
    Cenazeyê Karlov li Moskowê hat pêşwazîkirin

    Di lêpirsîna sûîqesta Karlov de ji bo Gulen û Uslu biryara binçavkirinê hat deranîn

    © Sputnik / Valery Sharifulin/Pool/Tassphoto
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di çarçoveya lêpirsîna sûîqesta Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov de ji bo Fethullah Gulen, Emre Uslu û 6 kesên din biryara binçavkirinê hat deranîn.

    Li gor nûçeya Haberturkê, di lêpirsîna ku Dozgerê Komarî yê Enqereyê Adem Akinci dimeşand de bûyerek girîng qewimî. Dozgeriyê bi tohmeta ku sûîqest bi dîrektîfa Fethullah Gulen û daxwaza rêxistina hatiye kirin derheqê 8 kesan de biryara binçavkirinê deranî.

    Piştî daxwaza dozgeriyê dadgehê jî bi daxwaza desteserkirinê derheqê Fethullah Gulen, Şerif Ali Tekalan, Emre Uslu, Cengiz Ozkan, Cemal Karata, Hamza Sevinç, Temel Alsancak û Murat Tokay de biryar deranî.

    Di çarçoveya lêpirsîna sûîqesta Andrey Karlov de heta niha 3 jê polîs 7 kes hatine girtin.

    Bi heman mijarî:

    Di suîqesta Karlov de kesekî din hat girtin
    Ji sûîqesta Karlov kesekî din hat girtin
    ‘Têkiliya girtiyê FETO bi suîqesta Karlov re derket'
    Sazkarê pêşengeha ku Karlov lê hatibû kuştin hat girtin
    Wezareta Karên Derve ya Rûsya: Wesfa kuştina Karlov neguheriye, ev êrîşeke terorî ye
    Balyozê rûsî Andrey Karlov di salvegera mirina wî de hat bibîranîn
    Etîketan:
    FETO /PDY, Emre Uslu, Fethullah Gulen, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de