17:20 25 Nîsan 2018
    Balyozê Rûsyayê yê li Brîtanyayê Aleksandr Yakovenko

    Balyozê rûsî: Bûyera Skripal provokasyona Brîtanyayê ye

    © REUTERS / Simon Dawson
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozê Rûsyayê yê li Brîtanyayê Aleksandr Yakovenko bûyera jehrîkirina sixurê berê yê rûsî Sergey Skripal û keça wî Yuliya wekî provokasyona îstixbarata îngilîz binav kir.

    Yakovenko ji bo televîzyona NTV ya rûsî axivî û ev tişt gotin, "Ev provokasyon ji aliyê îstixbarata îngilîz ve hat pêkanîn. Hevkariya bi me re red dikin, ti agahiyan nadin me. Bi taybetî ev rewş dide nîşan ku bûyer provokasyona îstixbaratê ya îngilîz e."

    Yakovenko li ser armanca provokasyonê jî got, "Brîtanya niha di rewşeke de dijwar de ye. Li vir du mijar hene. Ya yekemîn, bi Brexitê re têkildar e. Ger we bala xwe dabiyê, gav li Brukselê daxuyaniya derbarê Skripal de hat qebûlkirin, qet behsa Brexitê nehat kirin. Ligel vê yekê ji bo berdewamkirina mizakereyên di navbera Brîtanya û welatên YE de peymanên gelek girîng hatin danîn."

    Balyozê rûsî ji bo sedema duyemîn jî anî ziman ku Brîtanya beriya niha çend salan dixwest rola wê ya di tifaqê de aktîf be û wisa berdewam kir: "Piştî ku konsepta ewlehiya neteweyî hat qebûlkirin û ji aliyê Theresa May ve hat pejirandin, Brîtanyayê di warê astengkirina Rûsyayê de xwest rola sereke hilde ser xwe. Ji bo vê jî him li parlamentoyê him jî li nav gel pêwistî bi provokasyonekê hebû. Ev provokasyon jî ji bo vê armancê hat pêkanîn."

    Bi heman mijarî:

    Rêveberiya Filîstînê bersiva erênî da daxwaza Rûsyayê
    Wezareta Rûsyayê di derbarê bûyera Skrîpal de 14 pirs ji Brîtanya kir
    Brîtanya di çarçoveya ‘têkoşîna li hember sûcên organîze’ lêgerîna balefira Rûsyayê kiriye
    Serşêwirmendê Erdogan: Heke Rûsyayê qada hewayî venekira me nikarîbû yek NHB jî bifiranda
    Rûsyayê ji ber lêgerîna balafira Aeroflotê ji Brîtanyayê agahî xwest
    Etîketan:
    provokasyon, Balyozê Rûsyayê yê li Brîtanyayê, Aleksandr Yakovenko, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de