14:43 22 Gulan 2018
    Ala Rûsyayê û Kremlîn Tower

    Rûsya: Em hevkariya çandî ya bi Brîtanyayê re bidawî nakin

    © Sputnik / Kirill Kallinikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Wezîrê Çandê yê Rûsyayê Aleksandr Juravskiy diyar kir ku Moskowê hevkariya çandî ya xwe bi Brîtanyayê asteng nekiriye.

    Balyozxaneya Rûsyayê ya li Brîtanyayê beriya niha ji bo rûsên li Brîtanyayê pêşniyar kiribû ji ber îdiayên nêzîkatiya nijadperestiyê baş bifikirin ku zarokên xwe bişînin dibistanên zimên û havînê yên li vî welatî.

    Li ser vê daxuyaniyan Juravskiy rastî pirsa ‘Tê plankirin ku hevkariya çandî ya bi Brîtanyayê re were bidawîkirin?' hat û wî jî li ser vê pirsê got, "Me wekî yekalî li ser navê xwe qet hewl neda ku em têkiliyên xwe qut bikin an jî peywendiyên xwe yên çandî bidawî bikin. Ji ber vê yekê jî ji aliyê Wezareta Çandê ve serî li hewldaneke nedostane nehatiye dayîn."

    Juravskiy ev tişt gotin, "Wekî beriya niha em dixwazin çand li derveyî polîtîkayê bimîne."

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Rûsyayê di derbarê bûyera Skrîpal de 14 pirs ji Brîtanya kir
    Brîtanya di çarçoveya ‘têkoşîna li hember sûcên organîze’ lêgerîna balefira Rûsyayê kiriye
    Serşêwirmendê Erdogan: Heke Rûsyayê qada hewayî venekira me nikarîbû yek NHB jî bifiranda
    Rûsyayê ji ber lêgerîna balafira Aeroflotê ji Brîtanyayê agahî xwest
    Etîketan:
    hevkariya çandî, Wezareta Çandê ya Rûsyayê, Brîtanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de