07:44 20 Nîsan 2018
    Mariya Zaxarova

    Moskowa: 50 dîplomatên din ê brîtanî têne dersînorkirin

    © Sputnik / Sergey Pyatakov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku 50 dîplomatên din ê brîtanî têne dersînorkirin.

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li ser hisabê xwe yê medya civakî ragihand ku 50 dîplomatên din ê brîtanî têne dersînorkirin û bi van re hejmara dîplomatên rûsî û brîtanî dibe wek hev.

    Mariya Zaxarova di peyama xwe de got: "Ji bo Brîtanyayê 23 dîplomatên rûsî dersînor kirin, Rûsyayê jî bersiv da û 23 dîplomat der kirin. Londra li welatên Yekîtiya Ewropa û hinek cihên din ji bo derkirina dîplomatên rûsî kampanya li dar xistin. Moskowa jî wiha bersiv da: Divê Brîtanya jî di nava mehekê de hejmara diplomat û karmendên konsolxaneyên xwe daxîne asta hejmara karmend û dîplomatên rûsî."

    Li gor daxuyaniya Zaxarova, di navbera hejmara karmend û dîplomatên Brîtanya û Rûsyayê de 50 ferq heye û ji Londrayê re hatiye gotin ku divê hejmar wek hev be.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova sedama veşartina agahiyên derbarê Skripal de eşkere kir
    Zaxarova: Ferqa me û we, me Dostoyevskî xwendiye û em wî dizanin
    Zaxarova: Gotinên Johnson yên ji bo Rûsyayê nayên qebûlkirin
    Zaxarova: Londonê bi taybetî navê ‘Noviçok'ê bilêv kir
    Zaxarova: Londonê lîsteya dîplomatkarên hatine dersînorkirin ji me re şand
    Etîketan:
    Dersînorkirina dîplomatên brîtanî, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Brîtanya, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de