14:43 19 Nîsan 2018
    Gennadiy Gatîlov

    Gatilov: Rojava dixwazin serkeftinên oprasyona Xûtayê veşêrin

    © REUTERS / Lucas Jackson
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Rûsyayê yê Ofîsa NY a li Cenevê Gennadiy Gatilov daxuyand ku dewletên Rojava dixwazin serkeftinên li Xûtaya Rojhilat veşêrin. Gatilov da zanîn ku divê mijara Xûtayê bihata çarserkirin û tê xuyakirin ku hêdî hêdî ber bi çareserkirinê ve diçe.

    Nûnerê Rûsyayê yê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevê Gennadiy Gatilov eşkere kir ku, hempişeyên me yên rojavayî dixwazin serkeftinên li Xûtaya Rojhilat bidin veşartin û ji geşadanên pozîtîf zêdetir li ser yên negatîf bisekinin. Nûnerê rûs Gatilov: "Ya rast ew e ku Rûsya piştgiriya hikumeta Sûriyeyê dike û gellek niştecihên Xûtaya Rojhilat ji heremê tên derxistin. Ji bo xebatên me yên hêsankirina rewşa mirovî gellek kes ji me re spasiyên xwe tînin ziman. Di demek nêz de jî ev tehliyekirin wê biqedin."

    Dîplomatê rûs bibîr xist ku tehliyekirina çekdaran girîng e, lewre ev heremek Şamê ye û ji bo rewşa mirovî bi probleme. Herkes dizane ku çekdarên El Nûsrayê li vir hatine bi cihkirin û balyozaxaneya me jî di nav de êrîşî gellek deveran kirin. Divê ev mijar bihata çarserkirin û tê xuyakirin ku hêdî hêdî ber bi çareserkirinê ve diçe.

    Bi heman mijarî:

    Şoygu: Heta demek niştecihên Xûtaya Rojhilat dikarin vegerin malên xwe
    ‘Li Xûtaya Rojhilat 36 xwekuj hatin desteserkirin’
    Rûsya: Têkoşîna li dijî terorê ya li Xûtaya Rojhilat ber bi dawiyê ve diçe
    Etîketan:
    rewşa mirovî, Xûtaya Rojhilat, çekdar, Gennadi Gatilov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de