10:01 20 Nîsan 2018
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova sedama veşartina agahiyên derbarê Skripal de eşkere kir

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Karê Derve a Rûsyayê Zaxarova, daxuyand ku London agahiyên derbarê bûyera jahrîkirina sîxûrê rûsî Skripal û keça wî de vedişêre, sedem ew e ku tiliya rêvebiriya Londonê dibe ku di bûyerê de hebe.

    Berdevka Wezareta Karê Derve a Rûsyayê Mariya Zaxarova ji televizyona Rûsya Pyatiyê re derbarê bûyera sîxurê rûsî yê berê Skripal de axivî. Zaxarova got: "Heta niha jî derbarê bûyerê de agahî di destê me de tuneye, agahiya fermî ya ji Brîtanyayê hatiye bi tenê ew e ku rewşa Yuliya Skripal baştir bû ye."

    Berdevka rûsî got ku, heke em nikaribin bêjin Brîtanya bi bûyerê re rasterast têkildar e jî, gûmanên me hene. Zaxarova da zanîn ku veşartina agahî û hurguliyên bûyerê, dixe hişê mirov ku di bûyerê de dibe tiliya îstîxbarata brîtanî ya nepenî hebe.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Delîlên bûyera Skripal yên Brîtanyayê derewên kurewî ne
    Gurcistan bi hinceta bûyera Skripal dîplomatekî rûsî wê dersînor bike
    Rûsya: Rêvebiriya Londonê hin agahiyên derbarê Skripal de ji çapemeniyê vedişêre
    Kremlinê nûçeya digot 'Skripal ji bo vegerê name ji Putin re şand' derewand
    Etîketan:
    Jahrîkirin, Sîxur, Skripal, Mariya Zaxarova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de