02:29 20 Nîsan 2018
    Ala Rûsyayê û Kremlîn Tower

    Rûsya: Îstixbarata amerîkî ketiye hewla danûstandina bi dîplomatên hatine dersînorkirin re

    © Sputnik / Kirill Kallinikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku saziyên îstixbarata Amerîkayê ji bo danûstandina bi dîplomatên rûsî yên hatine dersînorkirin re, di nav hewldanan de ne.

    Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê dersînorkirina 60 dîplomatên rûsî ya bi hinceta jehrîkirina bûyera Skrîpal li Brîtanyayê, daxuyanî da.

    Wezaretê ragihand, "Em dibînin ku çalakiyên provokatîf ên li dijî dîplomatên rûsî yên li Amerîkayê zêde bûne. Piştî daxuyaniya bêyî ti hincetan dersînorkirina 60 dîplomatên rûsî, saziyên îstixbarata Amerîkayê ji bo danûstandina bi dîplomatan re ketine nav hewleke cidî."

    'LI WASHINGTONÊ PRENSÎBÊN EHLAQÊ NEMANE'

    Wezareta rûsî hewlên Amerîkayê wekî lîstina dualî nirxand û got, "Eşkereye Amerîkayê biryar daye dualî bilîze. Li demeke ku bêyî ti hincetan Washingtonê dîplomatên rûsî dersînor dike de, saziyên îstixbarata wî welatê hîn agresîftir tevdigerin û dixwazin ji vê rewşa nexweş a hemwelatiyên me ketinê, sûdeyêbistînin. Wekî ku li Washingtonê hemû prensîbên ehleqê nemane xuya dike."

    Bi heman mijarî:

    'Me êrîşa dijwar a li ser Kurdistanê li pey xwe hişt'
    Li nêzî Minbicê êrîşî Hevpeymaniyê hat kirin: Leşkerekî ingilîz û yekî amerîkî mir
    HSD: Haya me ji plana vekişandina Amerîkayê ji Sûriyeyê tune ye
    Kujerê pêşmerge kurê wî derket
    Li Edenê rojnamgerek jî di nav de zêdetirî 30 kesî hatin desteserkirin
    Serokwezîrê tirk: Amerîka û Fransa li Sûriyeyê cih bi hev diguherin
    Etîketan:
    Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de