21:26 24 Nîsan 2018
    Alên Rûsya û Yekîtiya Ewropayê (YE)

    Rûsya bersiva Îtalya û Fînlandiya yê da

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hate ragihandin ku Rûsya beramberî dersînorkirina dîplomatên rûsî ya di çerçoveya ‘Bûyera Skrîpalê' yên Roma û Helsînkiyê, biryara dersînorkirina 2 dîplomatên îtalî û dîplomateke Fînlandiyayê da.

    Piştî biryara dersînorkirina dîplomatên rûsî yên Îtalya û Fînlandiyayê, Rûsya jî beramberî biyara her du welatan biyara dersînorkirina 2 dîplomatên îtalî û dîplomatekî fînlandî da.

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê beramberî dewletên ku dîplomatên rûsî dersînor kirin dê dîplomatên wan welatan dersînor bike. Welatên ku dîplomatên wan ji aliyê Rûsyayê ve were dersînor kirin wiha ne.

    Îtalya: 2

    Fînlandiya: 1

    Polonya: 4

    Lîtvanya: 3

    Holanda: 2

    Letonya: 1

    Swêd: 1

    Estonya: 1

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê bangî balyozên wan welatan kir ên ku di bûyera Skrîpalî de helwestên neyarane li dijî Rûsyayê nîşan dane da ku bergiriyên Rûsyayê ji wan re ragihîne.

    Peyamnêrê Sputnikê ragihand ku balyozên Îtalya, Polonya, Holanda, Arnavutluk, Romanya, Ûkrayna, Çekya, Belçîka, Letonya, Makedonya, Xirwatistan, Swêd, Danmark, Yûnanistan, Îrlanda û Avustralya jî di nav de bangî balyozên 15 welatan hatine kirin.

    Bi heman mijarî:

    Medyaya fermî: Serokkomarê Misrê Sisi ji sedî 97ê dengan sitend
    Rudskoy: Lihevkirina çêbû ji bo ku milîtan ji Dûmayê bên derxistin
    Rûsya: Rewşa li Reqayê krîtîk e gel dest bi serhildanê kir
    Li Rûsyayê MALLa ku 64 kes tê de jiyana xwe ji dest dabûn bêdestûr derket
    Etîketan:
    rûsî, dîplomat, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de