04:08 20 Nîsan 2018
    Xûtaya Rojhilat - Korîdora Mirovî

    Rudskoy: Lihevkirina çêbû ji bo ku milîtan ji Dûmayê bên derxistin

    © REUTERS / Suriye Kızılayı
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Daîreya Hereketa Sereke ya Sererkaniya Rûsyayê General Sergey Ruskoy ragihand ku lihevkirin bi serokên komên çekdar re di mijara derxistina milîtan û malbatên wan ji Dûmaya Şamê de pêk hatiye.

    Rudskoy got, " îro lihevkirin bi serokên komên çekdar ên derqanûnî re pêk hat ku di demeke kurt de milîtan û malbatên wan ên li Dûmaya Xûtaya Rojhilatî ya li çoltera Şamê bên derxistin."

    "XEBATÊN DERXISTINA SIVÎLAN JI DÛMAYÊ BERDEWAM DIKIN"

    Herwiha Rudskoyî derbarê derxistina sivîlan ji Dûmayê jî agahî dan û diyar kir ku bi alîkariya Navenda Çavdêriya Agirbestê ya Rûsyayê ya li Sûriyeyyê derxistina sivîlan dewam dike.

    Rudskoy wijha dewam kir, "28.495 di rêya korîdora mirovî ya di Muxeyem el Wafidînê re  ji Dûmayê re derketin."

    'BÊTIRÎ 40.000 SIVÎLÎ VEGERIYAN MALA XWE A XÛTAYA ROJHILATÎ"

    Li gorî Rudskoyî, 40.000 sivîl vegeriyane malên xwe yên li Xûtaya Rojhilatî.

    Rayedarê rûs wiha dewam kir: "Jiyana aştiyane ji nû ve li wan herêmên ku ji komên çekdar ên derqanûnî hatiye rizgarkirin tê pêkanîn. Ew kesên ku berî çend rojan ji malê xwe derketibûn di rêya kordîoran re vedigerin malên xwe. Heta îro bêtirî 40.000 sivîlî vegeriyan malên xwe yên Xûtaya Rojhilatî."

    Bi heman mijarî:

    'Artêşa Sûriyeyê li Xûtaya Rojhilatî kargeheke çekên kîmyewî dît'
    Rûsya: El Nûsrayê li Xûtaya Rojhilat gaza klorê bikar anî
    Rûsya: Milîtanên li Xûtaya Rojhilat 30 topên hawanê avêtin Şamê
    Rûsya: Ji Xûtaya Rojhilat zêdetirî 300 kesî hat tehliyekirin
    Lavrov: Ji Xûtaya Rojhilat 12 hesar kes veqetiyan
    Etîketan:
    Sergey Rudskoy, Rûsya, Şam, Xûtaya Rojhilatî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de