15:44 21 Gulan 2018
    Şewata li bajarê Keremovo yê Rûsyayê

    Li Rûsyayê MALLa ku 64 kes tê de jiyana xwe ji dest dabûn bêdestûr derket

    © Sputnik . Rusya Acil Durumlar Bakanlığı
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komîteya lêpirsînê ya Rûsyayê ragihand ku MALLa 'Îmnyaya Vişnya' ku tê de agir derketibû û 64 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, diyar bû ku bêdestûr hatiye avakirin.

    Li bajarê Kemerovo yê Rûsyayê di 25ê Adarê de MALLa bi navê 'Zimnyaya Vişnya' agir derketibû û di encamê de gelek ji wan zarok 64 kesa jiyana xwe ji dest dabûn. Ji aliyê hikûmetê ve di derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hatibû kirin.

    Di encama lêpirsînê de derket holê ku avahiya 'Zimnyaya Vişnya' bê destûr hatiye avakirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê komiteya lêpirsînê ve hatiye belavkirin de tê gotin ku "di çarçoveya lêpirsînê de berğirsê karên avakirinê yên herîmê Tanziliya Komkova wezîfeya xwe xerb bi kar aniye ji ber wê sebebê hatiye binçevkirin." Di heman daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku gerinendeyê MALLê Yuliya Bogdanova jî hatiye binçevkirin.

    Bi heman mijarî:

    Dîmenên şewata MALLa li Rûsyayê
    Hejmara miriyên şewata MALLa Rûsyayê derkete 53an
    Etîketan:
    lêpirsîn, zarok, agir, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de