06:17 21 Gulan 2018
    Sergey Şoygu

    Şoygu: Heta demek niştecihên Xûtaya Rojhilat dikarin vegerin malên xwe

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu di axaftina xwe de ragihand ku heta demek nêzîk niştecihên Xûtaya Rojhilat dikarin vegerin cih û warên xwe.

    Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu di hevdîtina ligel Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Steffan De Mistura de got: "Êdî li wir jiyan normalîze dibe û hemû tişt têne serastkirin. Êşa 7 salan bi dawî dibe. Tehdîda li ser Şamê niha ketiye plana duyemîn."

    Sergey Şoygu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rûsya ji bo penaberan ji avakirina stargehan hetanî xwarinpêjiyê gelek xizmetên mezin dike. Me li wir metbexeke portatîf vekir û pêwistiya xwarin û vexwarinê bi cih tînin. Helbet em piştgiriya tendirustî jî didin kesê ku pêwistiya wî hebe."

    Şoygu di dirêjiya axaftina xwe de got: "Gelek însanên ku pêwistiya wan bi alîkariya lezgîn heye hene. Kî dibe bila bike yê ku pêwistiya wî hebe em alîkariya wan dikin. Di rojên pêşî yên tehliyeyê de nîşangiran 6 sivîl birîndar kiribûn. Piştî xebatên mezin ew tehdîda nîşangiran jî holê rabû."

    Bi heman mijarî:

    Şoygu: Polîsê leşkerî baregehên Rûsyayê yên Hmeymim û Tartûsê diparêzin
    Şoygu derbarê qezaya li Sûriyeyê raportek pêşkêşî Pûtînî kir
    Şoygu: Pûtîn li Xûtaya Rojhilat her roj dîrektîfa molaya mirovî da
    Şoygu: Me dest bi avakirina yekîneyên daîmî yên li Tartûs û Hmymimê bimînin kir
    Şoygu: Rûsyayê li Atlantîkê tesîsên bêmînak ava kirin
    Etîketan:
    Wezîrê Parastin ê Rûsyayê, Steffan De Mistura, Sergey Şoygu, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de