15:29 21 Gulan 2018
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Ferqa me û we, me Dostoyevskî xwendiye û em wî dizanin

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova bersiv da duxayaniyên Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Borîs Johnson ên derbarê jehrîkirina sîxur Sergey Skrîpal û keça wî Yulîayê.

    Zaxarova li ser şibandina pirtûka nivîskarê rûsî Fyodor Mîhaîlovîç (Dostoyevskî) ya ‘Sûc û Ceza' ji pirtûkê beşek bi bîr xist û got, "Ferqa me û we, me Dostoyevskî xwendiye û em wî dizanin."

    Johnson jehrîkirina Sergey Skrîpal şibandibû nivîsa destpêka pirtûka Dostoyevskî ‘Sûc û Ceza' û gotibû, her kes sûcdar dizane, lê meseleya esil ew e ku ka dê tawanbar li tawana xwe mikur were yan na.

    Zaxarovayê di civîna heftane de li ser mijarê wiha axivî: "Ji sed kîvroşkan qet hespek dernayê û ji sed gumanan jî delîlek dernakeve. Pêşgotineke îngilîz wiha dibêje. Lê ev tenê ev yek bi aqlê selîm çêdibe. Werin xwe ji pozbilindî û quretiyan rizgar bikin. Di encamê de, mufetiş jî mirov e."

    Bi heman mijarî:

    Pêşmerge rêya navbera Hewlêr û Mexmûrê vekir
    Kevneşopîya hezar salan: Ser Hivde
    Lavrov: Bêyî kurdan li Sûriyeyê çareserî nabe
    Rûsya: Konsulxaneya Amerîkayê ya St. Petersburgê tê girtin û 60 dîplomat dersînor dibin
    Lavrov: Pûtîn, Erdogan û Rûhanî dê sepandina peymanên Astanayê gotûbêj bikin
    Qesra Spî: Dersînorkirina dîplomatan bandorê li ihtimala civîna Trump û Pûtînî nake
    Rûsyayê hinek qurbaniyên Kemerovoyê spartine axê
    Etîketan:
    Brîtanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de