21:18 24 Nîsan 2018
    Rojava

    Lavrov: Bêyî kurdan li Sûriyeyê çareserî nabe

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 03

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî piştî civîna xwe ya li gel Nûnerê Taybet ê NYyê bo Sûriyeyê Staffan de Misturayî de axift û diyar kir ku ne pêkan e ku bêyî kurdan li Sûriyeyê çareserî pêk were.

    Pûtîn, Rûhanî, Erdogan
    © Sputnik / Russian Presidential Press Office/Mikhail Metzel/POOL
    Lavrovî piştî civîna xwe ya li gel Nûnerê Taybet ê NYyê bo De Misturayî de axift û teqez kir ku ne pêkan e ku bêyî kurdan li Sûriyeyê çareserî pêk were.

    Wezîrê rûsî got: "Peywendiyên me yên bi kurdan re, weke kurdên ku li Iraq, Îran û Tirkiyeyê dijîn re neguherî ye. Li vê herêma ku kurd lê dijîn bêyî kurdan tu pirsgirêkên nîqaşbar nayêne çareserkirin."

    ‘VÊ GAVÊ HEJMARA HÊRÊMÊN KU RAGÊŞÎ LÊ TÊ KÊM KIRIN NAYÊNE ZÊDEKIRIN

    Lavrov diyar kir ku di warê zêdekirina hejmara herêmên kêmkirina rageşiyê û têkoşîna li dijî terorê de tu planên wan tune ne.

    ‘DÊ REWŞ IDLIBÊ JÎ DI LÛTKEYA TIRKIYEYÊ DE WERE GOTÛBÊJKIRIN'

    Lavrov da xuyakirin ku rewşa Idlibê jî dê civîna 4ê Nîsanê ya li Tirkiyeyê ku dê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê tirk Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî beşdar bibin were rojevê.

    Lavrov, "Rewşa Idlibê têra xwe tevlîhev e. Hêvîdar im ku li şer û pevçûn neqewimin lê ev mijar dê di lûtkeya 4ê nîsanê de yek ji mijarên gotûbêjan be."

    ‘DIVÊ ARAMIYA EFRÎNÊ DI NAVA YÊKRÊZIYA SÛRIYÊYÊ DE WERE DABÎNKIRIN'

    Lavrov anî ziman ku Rûsya alîgirê wê yekê ku aramkirina Efrînê di nava prensîba yekrêzîya Sûriyeyê de were dabînkirin.

    Dîplomatê rûsî ji aliyê din ve ev tişt gotin, "Ji ber ku hevkarên me yên amerîkî bi faktora kurdan spekulasyon belavkirin, û herwiha hewil dan bi rêya pêkhateyên kurdî xeteke sihhî pêk bînin, kirin ku li Efrînê encameke wiha derkeve. Em di warê bidawîkirina şer û pevçûnan de bi israr in û em hêvî dikin ku Efrîn di nava yêkrêziya xaka Sûriyeyê de vegere rewşa xwe ya aram."

     

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de