17:29 25 Gulan 2018
Pûtîn, Rûhanî, Erdogan

Lavrov: Pûtîn, Erdogan û Rûhanî dê sepandina peymanên Astanayê gotûbêj bikin

© Sputnik / Russian Presidential Press Office/Mikhail Metzel/POOL
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî got ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî dê di civîna 4ê Nîsanê ya li Tirkiyeyê de sepandina peymanên Astanayê gotûbêj bikin.

Lavrov di beşê vekirî yê civîna xwe ya li gel Nûnerê Taybet ê NYyê bo Sûriyeyê Staffan de Misturayî de axift û teqez kir ku "Pûtîn, Erdogan û Rûhanî dê di civîna li Stenbolê de sepandina peymanên Astanayê ji nû ve binirxînin.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanovî jî ragihand ku berî civîna 4ê Nîsanê ya sealî ya serokan, wezîrên derve yên Rûsya, Tirkiye û Îranê dê li Enqere yan jî li Stenbolê bicivin û wiha got: Pûtin, Erdogan û Rûhanî dê birêveçûna peymanên Astanayê ya ku wan hersêyan ji bo piştgiriya biryara NYyê ya hejmara 2254ê serkêşiya wê kiribû."

Bogdanovî diyar kir ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û yê Îranê Cewad Zerîf dê di civîna 3ê Nîsanê de binirxînin bê xebatên amadekariya lûtkeya hersê serokan di çi astê de ye.

‘HER SÊ SEROK DÊ LI SER HÊRÊMÊN KU RAGÊŞÎ LÊ TÊ KÊM KIRIN BIAXIVIN'

Herwiha Bogdanovî diyar kir ku xebitîna herêmên kêmkirina rageşiyê û têkoşîna li dijî terorê gotûbêj bikin:

"Her sê serok dê li ser çawaniya birêvebirina herêmên ku ragêşî lê tê kêmkirin, jinavbirina milîtanên Fetih el Şamê (El Nûsra) û DAIŞê û komên girêdawî wan dê di pêvajoya Astanayê de gotûbêjan bikin."

‘ALÎKARYÊN MIROVÎ Û ÇARESERIYA PIRSA SIYASÎ JÎ DI ROJEVÊ DE YE'

Dîplomatê rûsî diyar kir ku li Soçiyê alîkariyên mirovî û teb‘en mijara çareseriya pirsa Sûriyeyê dê di çarçoveya Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê de bêne rojevê."

‘DIBE KU DANEZANEKE HEVPAR WERE PEJIRANDIN'

Li gorî qenaeta Bogdanovî dibe ku di dawiya lûtkeyê de danezane kehevpar were pejirandin:

"Bi qasî ku têdigihêm hevkarên me yên tirk ku organîzatorê civînê ne li ser pêşnûmaya danezaneke hevpar dixebitin. Dibe ku ev daxuyaniyek be an jî danezanek. Em li benda pêşniyara Tirkiyeyê ne."

Bi heman mijarî:

Wê termînator di arteşa Rûsyayê de kar bikin
Wezareta Rûsyayê: Brîtanya an nekarî xwe biparêze an jî bixwe di kuştina Skripal de heye
Pûtîn bi Konseya Ewlekariya Rûsyayê re li ser çalakiyên ‘provokatîf’ ên îngilîzan axivî
Pûtîn û Erdogan bi rêya telafonê axivîn
Pûtîn piştî du salan bi emirê Qeterê re hevdîtin pêk anî
Etîketan:
Herêmên ku rageşî lê tê kêmkirin, Danezan, Civîna sêalî, Rûhanî, Pûtîn, Erdogan, Tirkiye, Rûsya, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de