21:46 25 Gulan 2018
Şewata li Kemerovoyê

Rûsyayê hinek qurbaniyên Kemerovoyê spartine axê

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Rûsyayê dest pê kir ku qurbaniyên Kemerovayê bispêrine axê. Ji bo qurbaniyan merasîma ewil hate li darxistin. Ji qurbaniyên şewata MALLa li Kemerovoyê Anton Muhin ê 27 salî û kurê wî Ratibor ê 5 salî, mamosta Tatyana Darsalya ya 37 salî, Nadejda Agarkova û du neviyên wê hatin veşartin.

Ji bo qurbaniyên şewata Kemerovoyê ku 64 kesan canê xwe ji dest dabûn û li tevahiya Rûsyayê şîn hatibû ragihandin. Ji qurbaniyên şewata MALLa li Kemerovoyê Anton Muhin ê 27 salî û kurê wî Ratibor ê 5 salî, mamosta Tatyana Darsalya ya 37 salî, Nadejda Agarkova û du neviyên wê hatin veşartin.

Dadgeha herêmî derbarê bûyera li Kemerovoyê ku 64 kesan canê xwe ji dest dabû doz vekiribû û biryar da ku 5 kes werin desteserkirin. Midûrê giştî yê teknîka MALLê, kirêdarê qada zarokên ku şewat lê rûdabû, du berpirsyarên pergala alarmê, midûrê şirketê û berpirsê pergala alarmê hatin girtin.

Şirketa Konditerusê ji Spûtnîkê re da xuyakitin ku xwediyê şirketê milyarderê rûsî Denis Ştengelov plan dike ku vegere welat.

Ji aliyê din ve şîna ku ji bo sê rojan hatiye ragihandin dewam dike. Rayedar derbarê bûyerê de lêpirsinên xwe didomînin.

Bi heman mijarî:

Enqereyî bo qurbaniyên Kemerovoyê destegul û pêlîstokan datînine ber Balyozxaneya Rûsyayê
Xelkê Kemerovoyê ji bo edaletê derketin kolanan
Li Kemerovoyê wesayîta zirxî ya leşkerî, li otomobîla ku dilezand qelibî
Dîmenên serdana Vladîmîr Pûtîn a bajarê Kemerovo ya şewat lê qewimî
Etîketan:
Qurbanî, Şewata Kemerovoyê, Kemerovo, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de