09:48 20 Nîsan 2018
    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Delîlên bûyera Skripal yên Brîtanyayê derewên kurewî ne

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova, derbarê bûyera sîxurê berê yê rûsî Sergey Skripal û keça wî Yuliya, ku li Brîtanyayê hatin jahrîkirin de got, delîlên Brîtanyayê bi tenê sûcdariyên li ser çapemeniyê ne û derewên kurewî ne.

    Zaxarova di civîna heftane de derbarê biryarên dewleta Brîtanyayê ku wek sedema dersînorkirina dîplomatên rûsî di Rojnameya Kommersantê de bi 6 rûpelan de nişan dide nirxand û bersiv da pirsen rojnamevanan. Zaxarova: "Hemû dinya wê bibine, delîlên ku Brîtanya wek girîng nişan dide derew in û ji rastiyê dûr in û li ser medyaya civakî hatin belavkirin."

    Berdevka rûsî derbarê îdiayên dewleta Brîtanyayê de got ku hempîşeyên me yên brîtanî ji ber ku ji bilêvkirina van delîlan li dijî rayedarên rûsî tirsnak tevgeriyan rayêdarên me venexwendin civîna nepenî. Zaxarova bilêv kir ku heta niha tiştên derbarê mijarê de ji aliyê Brîtanyayê hatine gotin hemû derew in.

    Bi heman mijarî:

    Gurcistan bi hinceta bûyera Skripal dîplomatekî rûsî wê dersînor bike
    Rûsya: Rêvebiriya Londonê hin agahiyên derbarê Skripal de ji çapemeniyê vedişêre
    Kremlinê nûçeya digot 'Skripal ji bo vegerê name ji Putin re şand' derewand
    Etîketan:
    Sîxur, Skripal, maria zaxarova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de