05:12 21 Nîsan 2018
    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Rûsya: Têkoşîna li dijî terorê ya li Xûtaya Rojhilat ber bi dawiyê ve diçe

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê ragihand ku di têkoşîna li dijî terorê ya li Xûtaya Rojhialt ber bi dawiyê ve diçe.

    Zaxarovayê di civîna çapemeniyê ya heftane de axivî, "Têkoşîna li dijî terorê ya li Xûtaya Rojhilat ber bi dawiyê ve diçe."

    Zaxarova eşkere kir ku piraniya sivîlan di korîdora mirovî de bajar terikandin. Di destê milîtanan de bi tenê kontrola bajarê Dumayê maye.

    Zaxarovayê diyar kir ku piştî kontrolkirina tevahiya Xûtaya Rojhilat hêvîdar in ku Neteweyên Yekbûyi (NY) alîkariyên Xûtayê Rojhilat bike.

    Zaxarova, "ji bo radestkirina bajarê Dumayê bo artêşa Sûriyeyê hewildan dewam dikin."

    ‘AMERÎKA LI EL-TENEFÊ ÇEKÊN GIRAN BICIH DIKE'

    Berdevka Wezaretê Zaxarovayê anî ziman, ji ber hebûna leşkerî ya Amerîka û hevpemanên wê li xaka Sûriyeyê dilgiraniyên xwe anîne ziman û da xuyakirin ku Amerîka li el Tenefê çekên giran bicih dike.

    Ji aliyên din ve Zaxarovayê diyar kir ku otobana di navbera Şam û Bexdayê hê jî girtî ye.

    Zaxarovayê li ser tawanên artêşa Rûsyayê û Sûriye sivîlan dike qurbanî û hêzeke taybet bikar tîe got ev yek bi temamî derew in û bêbingeh e, ev tawanbarî rêgirî li hevdîtin û rizgarkirina sivîlan dike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Gotinên Johnson yên ji bo Rûsyayê nayên qebûlkirin
    Zaxarova: Londonê bi taybetî navê ‘Noviçok'ê bilêv kir
    Zaxarova: Londonê lîsteya dîplomatkarên hatine dersînorkirin ji me re şand
    Zaxarova: Di demeke nêz de dê bersiva Mayê were dayîn
    Zaxarova: Di civîna Lavrov, Çavuşoglu û Zerîf de dê nûner û dijberên Sûriyeyê beşdar nebin
    Etîketan:
    Otobana Şam û Bexdayê, alîkariyên mirovî, korîdora mirovî, Mariya Zaxarova, Sûriye, Şam, Xûtaya Rojhilat
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de