15:45 21 Gulan 2018
    Modela rûsî Irina Shayk

    Jinên rûsî di zilaman de giringiyê didine çi?

    © AFP 2018 / Alberto Pizzoli
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Li gorî zanyariyên şirketa lêkolînên giştî ya rûsî Levada Centerê piraniya jinên rûsî di zilaman de herî zêde giringiyê didine zîrektiya zêde û karkirina pereyan.

    Şirketa lêkolînên giştî ya rûsî Levada Centerê di navbera 7 û 12ê Adarê li 52 herêmên Rûsyayê 1600 kesî re lêpirsînek çêkir.

    Ji jinên ku beşdarî anketê bûne 51 ji sedî diyar kirin ku girîngiyê didine zîrektiya zêde. 42 ji sedê beşdaran girîngî didine karkirina pereyan.

    JINÊN RÛSÎ GIRÎNGIYÊ NADINE BEJN Û BALÊ

    Li gorî zanyariyên lêpirsînê jinên rûsî girîngiyê nadine seksîtî û bejn û balê.

    1 ji sedê beşdaran bilêv kirin ku ew girîngiyê didine xuyabûyîna seksîtiyê, 5 ji sedê beşdaran jî gotin ku rû rûçik, bejn û bal girîng e.

    Bi heman mijarî:

    Jinên rûs razên bedewbûna xwe vedibêjin
    Sirê delaliya jinên rûsî eşkere bû
    Jinên sînemaya rûsî di Filmê Perayê de
    7 jinên bedew ên futbola rûsî
    Çend şîret ji bo mirov bi jinên rûs re jiyaneke bextewan bidomîne
    Etîketan:
    Bejn û bal, Zîrektî, Girîngî, Bedewî, Jinên rûsî, Pere, Navenda Lêkolînê ya rayagiştiya Rûsyayê Levada Centerê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de