22:20 19 Nîsan 2018
    Çekên Rûsyayê

    Rûsya ji bo Ermenistanê dê îsal dest bi sewkiyata nû ya çekan bike

    © Sputnik / Pavel Lisitsyn
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Serwîsa Hevkariyê ya Teknîkiya Leşkerî ya Rûsyaya Federal Vladimir Drojjov got, ew dê îsal di çarçoveya 100 milyon dolaran de ji bo Ermenistanê dest bi sewkiyateke nû ya çekan bike.

    Drojjov li bajarê Yêrîvanê yê paytexta Ermenistanê beşdarî Fuara Tekonolojiyên Çek û Parastinê ya Navdewletî ya ArmHiTecê bû û ji wî hat pirsîn ku di navbera Rûsya û Ermenistanê de sewkiyatên nû yên çekên di çarçoveya peymana krêdiya 100 milyon dolaran de dê kengî destpê bike.

    Drojjov got tê pêşbinîkirin ku ew sewkiyat di sala 2018an de destpê bikin.

    Di navbera Rûsya û Ermenistanê de di 24ê Cotmehê de peymana krêdiyê ya navhikûmetî hatibû îmzakirin.

    Li gorî wê peymanê Rûsya dê ji bo sewkiyata teçhîzatên leşkerî yên rûsî 100 milyon dolaran krêdiya îxracatê bide Ermenistanê.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Amerîka li dijî Rûsyayê perwerdeya çekên nukleerî dide artêşên Ewropayê
    Çekên ku di sala 2017an de li Artêşa Rûsyayê zêde bûn
    Rûsyayê ji bo çekên nukleerî hişyarî da Amerîkayê
    ‘Artêşa Rûsyayê çekên elektromanyetîk li Sûriyeyê bikar anî'
    Analîstê Amerîkayî çekên herî bi bandor ên Rûsyayê rêz kir
    Rûsyayê bibîr xist: Li Derayê çekên kimyewî hene
    Etîketan:
    sewkiyata nû ya çekan, Serokê Serwîsa Hevkariyê ya Teknîkiya Leşkerî ya Rûsyaya Federal, Vladimir Drojjov, Rûsya, Ermenistan, Yêrîvan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de