06:20 21 Gulan 2018
    Ala Slowakyayê

    Slowakyayê piştî 20 salan bangî balyozê rûsî kir

    © AFP 2018 / Brendan Smialowski
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî biryara çend welatên ewropî û Amerîkayê ya dersînokirina dîplomatên rûsî bi hinceta jehrîkirina Sergey Skrîpal û keça wî, Slowakyayê jî piştî 20 salan cara ewil bangî balyozê rûsî kir.

    Li gor nûçeya Bloombergê Wezîrê Derve yê Slowakyayê Mîroslav Lajcak ragihandiye ku wan biryar wergirtiye ji bo agahdarkirinê bang li Balyoe Rûsyayê yê li welatê wan Aleksey Fedotov bikin.

    'ÎHTIMALA DERSÎNORKIRINA DÎPLOMATÊN RÛSÎ HEYE'

    Lajcak got, "Hikûmeta Slowakyayê wekî gaveke derbarê bûyera Skrîpal de, biryar daye ku jibo hevdîtinê bangî balyozê rûsî bike. Piştî 20 salan cara ewil bang li balyozê Rûsyayê tê kirin."

    Lajcak herwiha diyar kir ku îhtimal heye dîplomatên rûsî werin dersînorkirin.

    Heta niha zêdetirî 25 welatan bi hinceta îdiayên jehrîkirina Srîpal biryara dersînorkirina dîplomatên rûsî dane.

    Bi heman mijarî:

    Pisporê rûsî: Damezirandina Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê gaveke karîger a Amerîkayê ye
    'Kurdan xeletî kir ku artêşa Sûriyeyê neket Efrînê'
    'Li Minbicê ti hêza me nîne, tiştê li wir dibe me eleqedar nake'
    Li Amerîkayê destûr hat dayîn ku li Trump doz were vekirin
    Li Amedê êrîşî peykerê mafên mirovan kirin
    Etîketan:
    Rûsya, Slowakya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de