09:50 20 Nîsan 2018
    Li Astanayê protestoya Kurdaên Sûriyê  / alîgirên PYDê

    Pisporê rûsî: Damezirandina Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê gaveke karîger a Amerîkayê ye

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pisporê Rojhilata Navîn û Mamosteyê Zanîngeha Lêkolînên Netewî ya Beşa Aboriyê ya Zankoya Perwerdeya Bilind Grigoriy Lukyanov ragihand ku damezirandina Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê bi hewildana Amerîkayê hate kirin û di warê ‘çareseriya pirsa kurdî de' enstrumanek e.

    Pisporê Rojhilata Navîn û Mamosteyê Zanîngeha Lêkolînên Netewî yê Beşa Ekonomiyê ya Zankoya Perwerdeya Bilind Lukyanov derbarê mijarê de ji çapemeniya rûsî re axift.

    Lukyanov, "Amerîkiyan xebatên dûr dirêj kirin û niha di warê beşdarbûnê pêvajoyê de, hilbijartinan de û herwiha di warê beşdariya platformên gotubêjan de xwedî enstrumaneke rasteqîne ne. Yanî partî (Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê) ya rast ji ber hindek egeran di dema pêvajoyê de dikare hinek aliyên ku bi awayekî legal beşdar bibin temsîl bike û bi rastî hem berjewendiyên xwe û hem jî berjewendiyên sponsorên xwe yên siyasî yên derve biparêze."

    Lukyanov amaje pê dike ku bi damezirandina partiyeke siyasî dikare rakêşiya bi Enqereya kêm bike, "Damezrandina partiyeke nû li hêrêmên kurdan yanî hebûna aktorekî nû di qada navnetewî de ku Enqerê tehrîk nake bo Amerîkayê gaveke karîger e."

    ‘JI BO DAMEZRANDINA PARTIYEKE ‘DOSTANE' LI SÛRIYEYÊ NE TENÊ HEWILDANÊN AMERÎKAYÊ HENE, TIRK JÎ DI VÎ WARÎ DE DIXEBITIN'

    Pisporê rûsî, "Damezirandina partiyeke nû dibe ku bi vê mantelîteyê hatibe pêkanîn. ji bo damezirandina partiyeke ‘dostane' li Sûriyeyê ne tenê hewildanên Amerîkayê hene, "Tirk jî di vî warî de dixebitin. Piştî ku tirkan Efrîn kontrol kir di vî warî de dixebitin. Tirkan diyar kiribû ku dê ji bo birêvebirina Efrînê mecliseke xwecihî û herêmî ku ji kurdan, tirkmenan û ereban were sazkirin."

    Pisporê rûsî herwiha got, "hewildana dameziradina partiyeke li Sûriyeyê ya amerîkî û tirkan û hêzên ku bi destê Enqereyê xurt bûn jî dikarin tifaqên cur bi cur pêk bînin."

    Bi heman mijarî:

    Partiyeke nû li Bakurê Sûriyeyê tê damezirandin
    Partiyeke Kurdistanê beşdarî hilbijartinên Iraqê nabe
    Kurê serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê jî sînyala avakirina partiyeke nû da
    Etîketan:
    Zanîngeha Lêkolînên Netewî yê Beşa Ekonomiyê ya Zankoya Perwerdeya Bilind, Pisporê Rojhilata Navîn, Pisporê rûsî, Grigoriy Lukyanov, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de