22:22 19 Nîsan 2018
    Kremlin Sözcüsü Dmitriy Peskov

    Peskov: Welatên rojavayî li hemberî Rûsyayê nîv piştgiriyekê dide Brîtanyayê

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov got, biryara welatên rojavayî ya ku Moskowê ji jehrîkirina sixurê rûsî Sergey Skripal û keça wî li Brîtanyayê berpirsyar digire û dîplomatên rûsî dersînor dike, nîşaneya nîv piştgiriyekê ye ji bo Londonê.

    Dmitriy Peskov di civîna xwe ya çapemeniyê de li ser biryara hinek welatên rojavayî ya ku li gorî dersînorkirina 23 dîplomatên rûsî yên ji aliyê Brîtanyayê ve hat dayîn, axivî.

    Peskov got, "Ev biryareke gelekî kolektîf e. Ev nîşaneya piştgiriyê ya bi Londonê re, di rewşa heyî de jî nîşaneya nîv piştgiriyek e. Li gorî me ti sedem û delîla vê helwestê tune ye."

    ‘CIVAKA NAVDEWLETÎ JI 20-30 WELATAN ZÊDETIR E'

    Peskov destnîşan kir ku xerabûna peywendiyên Moskow û Londonê nayê wateya duberebûnê di navbera Rûsya û civaka navdewletî de û derbirî ku civaka navdewletî ji welatên piştgirî daye Brîtanyayê mezintir e.
    Peskov ev tişt gotin, "20-30 welat, tenê beşeke civaka navdewletî. Civaka navdewletî hîn berfirehtir e û hejmareke din ya zêdetir ya welatan di xwe de dihewîne."

    Bi heman mijarî:

    Enqereyî bo qurbaniyên Kemerovoyê destegul û pêlîstokan datînine ber Balyozxaneya Rûsyayê
    Medya amerîkî ji bo şerekî muhtemel behsa serdestiyên hêza Rûsyayê kir
    'Ji miriyên şewata li Rûsyayê 41 kes zarok in'
    Arenaya Volgogradê ku dê di pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya 2018an li Rûsyayê mazûvaniyê bike
    Li Rûsyayê xelaskirina qazekê ku ketibû nava rê kişandin vîdeoyê
    Etîketan:
    Berdevkê Kremlînê, Dmitriy Peskov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de