14:49 19 Nîsan 2018
    hewageriya rûsî

    Şoygû: Ji serdema Sovyetê û heta niha, balafirên rûsî yekem firîna perwerdehiyê pêk anî

    © Sputnik / Mikhail Voskresenskiy
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû ragihand ku ji serdema Sovyetê û heta niha balafirên noqavşkîn ên rûsî yekem firîna xwe ya perwerdehiyê di ser cemsera bakurî re bo Amerîkaya Bakurî pêk anî.

    Di vê demê ku bi Amerîka, Kanada û çend welatên YEyê behaneya jehrîkirina ajanê rûs ê berê Sergey Skrîpalî û qîza wî Yûliyayê li himberî Rûsyayê polîtîkayeke hevpar dimeşînin, Moskowê di qada leşkerî de pêngaveke giring avêt.

    Wezîrê rûs di civîna Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de got, "ji dema Sovyetê û heta niha, ev yekem car e ku balafirên noqavşkîn ên rûsî di ser cemsera bakurî re bo Amerîkayê bakurî pêk anî."

    Şoygûyî diyar kir ku di çarçoveya fermanên Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ên ku sala 2012an dabûn de, bipêşxistin û modernîzasyonkirina Komkeştiya Bakurê û bi giştî jî ya Arktîkê jî di nav mijarên sereke ên Wezareta Parastina Rûsyayê de ne.

    "EM Ê LI SER XURTKIRINA KOMKEŞTIYA BAKURÎ BERDEWAM IN"

    Şoygû got, "Em li ser biçekkirina yekîneyên xwe berdewam in. Em baregehan ava dikin ji bı leşkeran li wan bi cî bikin. Rêjeya çekên modern û techîzata leşkerî ya li komkeştiyê gihiştiye 46an".

    Şoygû diyar kir ku tenê sala 2017an 5 botên êrîşan, 7 keştiyên lojîstîk, 9 balafir û 10 pergalên radaran ên parastina hewayî di nav de, 1090 techîzatên leşkerî ên modern dest bi karî kir û got, " komkeştî îsal bi keştiyeke qeşaşkîn a nû ya bi navê 'Ilya Muromets' hatiye xurtkirin û keştiya lojîstîk a 'Elbrus' dê tev li envanterê bê kirin."

    Bi heman mijarî:

    Hilbijartinên Rûsyayê: Putin ji sedî 76.67ên denga stend, rêjeya beşdarbûnê ji sedî 67.4 e
    Çavdêrê Bosna Hersekê: Li Rûsyayê cejna demokrasiyê heye
    Rûsyayê hemû balyozên rûsî ji bo bûyera Skrîpal vexwendin Moskowê
    Ji Trump bo pîrozkirina Pûtîn: Têkiliya baş bi Rûsyayê re ne tiştekî xerab e, baş e
    Etîketan:
    Sergey Şoygû, Cemsera Bakurî, Kanada, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de