18:35 19 Nîsan 2018
    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

    Rûsya: Rêvebiriya Londonê hin agahiyên derbarê Skripal de ji çapemeniyê vedişêre

    © REUTERS / Sergey Karpukhin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê derbarê lêpirsîna sîxurê rûs yê berê Skripal û keça wî Yuliya de daxuyand ku rêvebiriya Londonê agahiyên têkildarî lêpirsînê ji çapemeniya Brîtanyayê vedişêre. Wezaretê da zanîn ku dibe tiliya îstîxbarata brîtanyayê di bûyerê de hebe.

     

    Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê destnîşan kir London di doza Skripal de hin agahiyên girîng vedişêre û hejmara kesên birîndar hîn jî ne diyar e.

    Wezaretê got, "Helwesta hikumetê destnîşanî gellek pirsgirêkan dike, agahiyên dozê ji gelê brîtanî û çapemeniyê tên veşatrtin, heta niha hejmara kesên birîndar ne diyar e."

    Wezaretê da zanîn ku hikumeta brîtanî li ser derxistina faîlan ronîkirina bûyerê bêdil dixwebite, ev jî tê ser wê wateyê, dibe ku tiliya îstîxbarata brîtanyayê di bûyerê de hebe. Daxwaza hin kesan  ew e ku Rûsyayê di vê bûyerê de sûcdar bikin.

    Bi heman mijarî:

    Kremlinê nûçeya digot 'Skripal ji bo vegerê name ji Putin re şand' derewand
    Wezareta Rûsyayê: Brîtanya an nekarî xwe biparêze an jî bixwe di kuştina Skripal de heye
    Peskov: Divê di mijara Skripal de Brîtanya delîl nîşan de, em ê mesûmiyeta xwe îsbat nekin
    Polîsê Brîtanyayê: Me pêwendî di navbera jehrîkirina Skripal û cînayeta Gluşkovî de nedît
    Etîketan:
    Jahrîkirin, Bûyer, Skripal, Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de