07:48 24 Nîsan 2018
    Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Vasiliy Nebenzya

    Nebenzya: Tenê Rûsya biryara KENYyê bicih tîne

    © AFP 2018 / Jewel SAMAD
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vasiliy Nebenzya diyar kir ku heta niha tenê Rûsya biryara agirbesta Sûriyê ya Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bicih aniye.

    Nebenzya di civîna 27ê Adarê ya KENYyê de li ser cîbicîkirina biryira 2401 ya agirbesta mirovî li Sûriyeyê û tehliyekirina sivîlan ji Xûtaya Rojhilat ragihand ku tenê Rûsyayê gavên berbiçav avêtine.

    Nebenzya wiha axivî: "Li hinek deverên Sûriyeyê rewşeke gelekî zehmet a mirovî berdewam e. Rûsya ji bo asayîkirina vê rewşê bergiriyên çalak distîne. Cîbicîkirina biryara 2401 a KENYyê jî di nav de. Erê dibe ku ev li xweşa hinekan neçe, lê ya rastî ew e ku em tekane welat in di çarçoveya biryara 2401ê de gavên berbiçav diavêjin."

    Bi heman mijarî:

    Ebadî li ser operasyona muhtemel a li ser Şingalê daxuyaniyek da
    Dr. Emîn Bekir: Serokê Parlemantoya lraqê rê neda behsa êrişên Tirkiyeyê bê kirin
    Enqereyî bo qurbaniyên Kemerovoyê destegul û pêlîstokan datînine ber Balyozxaneya Rûsyayê
    Carter: Wezîfedarkirina Boltonî ji bo Amerîkayê karesateke niştimanî ye
    Xelkê Kemerovoyê ji bo edaletê derketin kolanan
    Trump ji Macron re: Divê hevkariya bi Tirkiyê re ya di mijara Sûriyê de bê zêdekirin
    Etîketan:
    Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de