Îgor Vostrikovê ku sê zarok û hevsera wî di agirî de miribûn û di encamê de tevahiya malbata xwe ji dest dabû, got, "em li vir ne li dû xwînê ne. Zarok mirin û em nikarin wan vegerînin. Lê pêwîstiya me bi edaleteke şefaf heye."
Vostrikov alîkarê parêzgarê Kemerovoyê destnîşan kir û teqez kir ku ji dêva kesên bibin berxên ber kêrê, ew dixwazin tawanbarên rasteqîn bên sizakirin.
Piştî wê karesatê, îro li hinek herêmên Rûsyayê şîn hatibû ragihandin ku Ryazan jî di nav de ye.
Herwiha Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî jî îro serdana Kemerovoyê kiribû, soz dabû ku hemû berpirsyar werin sizakirin:
Lêpirsîn dê bi baldarî bi rê ve biçe. Niha tîmeke ji sed kesan pêk tê li vir dixebite. Qet gumanê jê nekin ku hemû tawanbar dê werin sizakirin.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)