02:21 20 Nîsan 2018
    Wezareta Derve ya Rûsyayê

    Rûsya: Dê bersiva me ji bo dersînorkirina dîplomatan tund be

    © AFP 2018 / ALEXANDER NEMENOV
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkovî got ku dê bersiveke tund bidin Amerîkaya ku di çarçoveya jehrîbûna ajanê rûs ê berê Sergey Skrîpal û qîza wî de 60 dîplomatên rûs ên li Washingtonê dersînor kiribûn û Konsulxaneya Seattleyê girtibû.

    Ryabkovî bi Sputnikê re got ku "em ji xebatên avaker re amade ne û dê li ser wê berdewam bin. Encex Washingtonê duh biryarek li dijî nûnerên me da tund bû, dê bêbersiv nemîne." Ryabkovî hêvî kir ku  nêzîkatiyeke tendurist li himberî Rûsyayê li Washingtonê çêbibe.

    'EM DÊ DEST JI DIYALOGÊ BERNEDIN'

    Ji aliyê din ve, Ryabkov destnîşan kir ku Rûsya dest ji diyaloga ji bo îstîqrara stratejîk bernede û wiha dewam kir: "Pêwîstiya me bi vê diyalogê heye. Serokên welatên me di telefonên çend rojên berî niha de behsa vê kiribû. Em dê dest ji diyalogê bernedin, em dê dewam bikin."

    Ryabkovî bangî Londonê jî kir ku di bûyera Skrîpalî de ne daxuyaniyên di înternetê de lê helwesta fermî ya Moskowê wek bingeh bigire.

    Herwiha Ryabkovî behsa wê nirxandina Serokwezîra Brîtanyayê Theresa Mayê kir ku  bi 20 teoriyan îdîa dike ku ew madeya di jehrîkirina Skripalî de ji Moskowê hatiye û got ku rayedarên brîtanî li ser daxuyaniyên eletewş berdewam in.

    Ryabkovî got, "hevkarên me yên li Londonê yên ku her dem pesnê xwe didin ku di daxuyaniyên xwe de gelekî baldar in, bê sekin û hedin li înternetê digerin, rojnameytan dixwînin, li televizyonan temaşe dikin, her daxuyaniya kesê ku pasaporta Rûsyayê pê re heye wek helwesta Rûsyayê dixwînin, ez şîretekê li wan dikin ku dest ji van berdin. Ji dêvla vê de brîtanî û birêveberiya Brîtanyayê ji sibê heta êvarî daxuyaniyên fermî yên Wezareta Derve ya Rûsyayê bixwînin."

    'BERDEWAMIYA RÛSFOBIYÊ YE'

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova jî teqez kir ku bersiva pêwîst ya welatên Amerîka û YEyê were dayîn. Zaxarovaya ku bi rojnamevanan re diaxift got, "Ev hemû gavên ku Amerîka û YE li himberî Rûsyayê diavêjin dê bersiva pêwîst bo wan were dayîn."

    Zaxarovayê di berdewamiya axiftina xwe de teqez kir ku ev gav berdewamiya rûsfobîka welatên rojavayî ye û bangî balyozxaneyên Amerîka û Brîtanyayê kir ku hemû tiştên wek delîl di bûyerê de tên bikaranîn û her daneya ku bi raya giştî re nayê parvekirin bo Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihînin.

    Berdevka rûs ragihand ku hîn ti delîl û agahî di destên wan de tine ne û nizanin bê bi çi sedeman dîplomatên rûs dersînor kirine û wan di vê çarçoveyê de daxwazên xwe bo balyozxaneyan ragihandine."

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê serokê xwe hilbijart: Dengê Pûtîn ji sedî 75an zêdetir in
    Ji Brîtanyayê derbarê Rûsyayê de îdiayeke nû
    Hilbijartinên Rûsyayê: Putin ji sedî 76.67ên denga stend, rêjeya beşdarbûnê ji sedî 67.4 e
    ‘Beriya hilbijartinan ji derve de li Rûsyayê gelek fişar hatin kirin’
    Etîketan:
    Mariya Zaxarova, Sergey Ryabkov, London, Brîtanya, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de