02:33 25 Gulan 2018
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: Kesên bûn sedema mirina 64 kesan bê gûman wê bên cezakirin

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn serdana bajarê Kemerovoyê kir ku 64 kesan di şewata navenda danûstendinê de jiyana xwe lê winda kiribû. Pûtîn bilêv kir ku kesên bûn sedema bûyerê bê gûman wê bên ceza nemînin.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî bûyera li bajarê Kemerovoyê a navenda danûstendinê bernameya xwe guherand û bi hemwelatiyên ku gotin em bi lêpirsînê ne bawerin re hat ba hev. Pûtîn paşê bi rayedarên heremî û berpirsên lêpirsînê re hevdîtinek kir.

    Rayedaran anîn ziman ku bûyer ji ber xemsariyê pêk hatiye. Ji ekîba Wezareta Rewşa Lezgîn Andrey Sergeyev da zanîn ku korîdorên avahiyê zêde teng in û ji bo tehliyekirinê zehmet e.

    Serokê Rûsyayê Pûtîn derbarê şewatê de got: "Tiştê ku qewimî ne ji ber pevçûnek leşkeri ye û ne jî ji ber êrîşekê ye, hemwelatî hatine li vir serê xwe guharî bikin, lê mixabin ji ber xemsariyê dimrin."


    Pûtîn bi Şaredarê Kemerovoyê İlya Seredyuk re axivî li hember agahiyên ku bihîstin şaş ma: "Divê ewlehiya avahiyê bihata kirin lê ev du sale nehatiye kontrolkirin?"

    Pûtîn piştre bi malbatên di şewatê de jiyana xwe windakirine û yên birîndaran re hat ba hev û got ku bila ti gumana we tunebe hejmara miriyan rast e û kesên ji vê bûyerê berpirsyar in wê bên cezakirin. Herwiha serkê Rûsyayê daxuyand ku ji bo lêpirsîna bûyerê ekîbek ku ji 100 kesî pêk tên avakirine û hemû sûdar bê gûman wê bên cezakirin.

    Bi heman mijarî:

    Hejmara miriyên şewata MALLa Rûsyayê derkete 53an
    Rûsya: Milîtanên Ceyş ûl Îslamê amade ne ku ji Xûtaya Rojhilat derkevin
    Rûsya: Di 2 rojan de bêhtirî 6 hezar û 400 milîtan ji Xûtaya Rojhilat derketin
    Rûsya: 6 hezar û 500 milîtan ji Xûtaya Rojhilat tehliyeyî Idlibê bûn
    Rûsya: Formula A-234ê di sala 1998an de li Amerîkayê hat weşandin
    Rûsya: Li Afxanistanê bi helîkopteran bo DAIŞê alîkariya çekan û milîtanan tê kirin
    Etîketan:
    Bûyer, Bobelat, Şewat, mirî, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de