19:03 25 Nîsan 2018
    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    ‘Li pişt provokasyona Skrîpal hêzên mezin ên wek Brîtanya û Amerîka hene’

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyar kir ku li pişt provokasyona jehrîkirina Skrîpal û keça xwe ya li Salisburyê hêzên mezin ên wekî Amerîka û Brîtanya hene.

    Zaxarovayê di bernameya 60 Xulek a televizyona Rossiya 1ê de biryara dersînorkirina dîplomatên rûsî ya piştî Brîtanyayê ku ji aliyê hin welatên Yekîtiya Ewropa (YE), Amerîka û Kanadayê ve hat ragihandin, nirxand.

    Zaxarovayê got ku dê bersiva wan hemû welatên ew biryar wergirtine bê dayîn û wiha axivî:

    "Piştî ragihandina hejmaran (hejmara dîplomatên têne dersînorkirin) êdî ti guman namîne ku li pişt provokasyona li Brîtanyayê hatiye kirin, hêzên mezin ên wekî Amerîka û Brîtanyayê hene."

    Dîplomata rûsî destnîşan kir ku sedema wê yekê jî berdewamkirina ‘êrîşa mutleq' a li ser propaganda, siyaset û qadên din ên Rûsyayê ye.

    Bi heman mijarî:

    Vîdyoya ku bi zarokên Efrînê sloganên Tirkiyê tên qêrîn, bû sedema bertekan
    Ji Tusk piştî Lûtkeya YE-Tirkiyeyê rexneya Efrînê
    Li Erebistana Siûdî moşekek li devera ku xelk lê dijîn ket
    HDP: Hebûna artêşa Tirkiyeyê li Efrînê dagirkerî ye
    Balafirên şer ên Tirkiyê Herêma Kurdistanê bombardiman kir
    Etîketan:
    Skrîpal, Brîtanya, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de