06:22 21 Gulan 2018
    Balyozxaneya Rûsyayê li Washingtonê

    Washington 48 dîplomatên rûs û 12 karmendên misyona rûsî li NYyê dersînor dike

    © AFP 2018 / CHRIS KLEPONIS
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Birêveberiya Trumpî bi behaneya jehrîkirina casûsê rûs ê berê yê dualî dixebitî li Brîtanyayê, biryar da ku 60 dîplomatên rûsî dersînor bike. Herwiha Konsulxaneya Rûsyayê ya li Seattleê jî were girtin.

    Serokê Amerîkayê Donald Trumpî têkilîdarî 'bûyera Skripalî' ya li Brîtanyayê biryar da ku 60 dîplomatên rûs dersînor bike.

    Hat ragihandin ku 48 kesên ji wan kesên dersînorkirî xebatkarên Balyozxaneya Rûsyayê li Washingtonê ne û yên mayî jî xebatkarên Neteweyên Yekbûyî ne ku navenda wê li New Yorkê ye.

    Rayedarên birêveberiya Trumpî îdîa kir ku ew 48 dîplomatên rûs ên dê werin dersînokirin 'peywirdarên îstîxbaratê ên naskirî ne' û 12ên din jî ji misyona Rûsyayê ya NYyê ya li New Yorkê ne.

    '​7 ROJ MOHLET BO WAN HATIYE DAN'

    Herwiha rayedaran diyar kir ku 7 roj mohlet dane wan dîplomatan ên ku dê ji Amerîkayê biçin û got ku 'zêdebûna roj bi roj a êrîşkariya xebatên îstîxbarata Rûsyayê, bandor li dana vê biryarê kiriye'.

    Trump ev biryara xwe hevdem bi welatên Ewropayê re da ku Fransa û Almanya jî di nav wan de ye.

    The Grand Kremlin Palace
    © Sputnik / Alexey Druzginin/Anton Denisov/Russian Presidential Press Office
    'RÛSYA DÊ 60 DÎPLOMATÊN AMERÎKÎ DESRÎNOR BIKE'

    Rûsya bi lezgînî bersiv da Amerîkayê.

    Senatorê rûs Vladimîr Cabarovî got ku "wek bersiv ji vê pêngava Washingtonê re, Rûsya dê herî kêm 60 dîplomatên amerîkî dersînor bike.

    4 Adarê Sergey Skripal û qîza wî Yûliya li bajarê Salisburyê tûşî êrîşeke kîmyewî hatibû. Serokwezîra Brîtanyayê Theresa Mayê îdîa kiribû ku Rûsya berpirsyar e.

    Rûsyayê jî ev tawanbarkirin bi awayekî tund red kiribû.

     

    Bi heman mijarî:

    Hat piştrastkirin ku di şewata li Rûsyayê de 37 kes mirin
    Sererkanê Rûsyayê: Hemû terorîstên li Sûriyeyê ji derve ve tên birêvebirin
    Rûsya: Rûsyayê tu wext Gaza sînîrê ya ku weke ‘Novichok’ê tê bi navkirin hilneberandiye
    Noqava Amerîkî ya ku tetbîqata ‘Êrîşa Rûsyayê’ dikir di nav qeşemê de asê ma
    Ji Trump bo pîrozkirina Pûtîn: Têkiliya baş bi Rûsyayê re ne tiştekî xerab e, baş e
    Etîketan:
    Vladimîr Cabarov, Donald Trump, Amerîka, Washington, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de