02:40 28 Gulan 2018
Xûtaya Rojhilat-Tehliye

Rûsya: 6 hezar û 500 milîtan ji Xûtaya Rojhilat tehliyeyî Idlibê bûn

© AP Photo / SANA
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Berevaniya Rûsyayê daxuyand ku di 48 saetên dawî de nêzî 6 hezar û 500 milîtan ji bajaroka Irbin ya girêdayî Xûtaya Rojhilat, tehliyeyî Idlibê bûne û 1100 sivîl, ji Dûma ya Xûtaya Rojhilat veqetiyan e. Ji roja bêhnvedana mirovahiyê destpê kiriye, bi alîkariya Rûsyayê 113 hezar û 715 kes hatine tehliyekirin.

Derbarê tehliyekirina milîtanan de Wezareta Berevaniya Rûsyayê daxuyand ku di du rojên dawî de 6441 milîtan tevî malbatên xwe ji bajaroka Irbinê tehliyeyî bajarê Idlibê bûne. Li gorî daxuyaniya wezaretê roja şemiyê 981 milîtan bi 17 otobusan ji ser koridora Irbinê, Xûtaya Rojhiyat terikandine. Operasyonên tehliyekirinê duh jî berdewam kir û 5453 milîtan tevî malbatên xwe bi 81 otobusan li Idlibê bi cih bûn.

Di tehliyekirina milîtanan de ewlehiya konvoyan polîsên Sûriyeyê û nûnerên Hîvasor yên di bin kontrola Navenda Çavdêriya Agirbestê ya Rûsyayê de ne kirin. Wezareta Berevaniya Rûsyayê da zanîn ku ji roja 27ê Sibatê ku bêhnvedana mirovahiyê destpê kiriye nêzî 114 hezar kes Xûtaya Rojhilat terikandine.

Wezaretê got, "Di 25ê Adarê de 1100 sivîl, ji ser koridora Mûhayyam el Vafedîn ji Dûma ya Xûtaya Rojhilat veqetiyan e. Ji roja bêhnvedana mirovahiyê destpê kiriye, bi alîkariya Navenda Çavdêriya Agirbestê ya Rûsyayê 113 hezar û 715 kes hatine tehliyekirin.

Bi heman mijarî:

‘Ji Xûtaya Rojhilat di herdu rojên dawî de 4 hezar 900 çekdarên Ahrar-ûş Şam derketin’
Rûsya: Ji Xûtaya Rojhilat nêzikî 5 hezar milîtan û malbatên wan hatin tehliyekirin
Rûsya: Balefirên leşkerî yên Rûsyayê Xûtaya Rojhilat bombebaran nekirin
Ji Xûtaya Rojhilat derketina xelkê dewam dike
Rêxistina Ahrar-uş Şam ji taxa Haresta ya Xûtaya Rojhilat hat derxistin
Etîketan:
Tehliye, xûtaya Rojhilat, Sivîl, Milîtan, Sûriye, Wezareta Berevaniya Rûsyayê, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de