19:33 20 Nîsan 2018
    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê

    Rûsya: Formula A-234ê di sala 1998an de li Amerîkayê hat weşandin

    © AP Photo / Mikhail Metzel
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku rayedarên leşkerî yên rûsî hêj di sala 1998an de di dataya kitêbxaneya pêkhateyên kîmyewî yên Standartên Neteweyî yên Amerîkayê de tiştekî wekî madeya jehrî A-234an ya bi navê ‘Noviçok' tê zanîn, tespît kirin.

    Serokê laboratuara analîza kîmyewî yê Wezareta ParastinÊ ya Rûsyayê Igor Riybalçenko derbarê mijarê de ji bo televîzyona Rossiya 1ê axivî.

    Riybalçenko got, "Em hêj di sala 1998an de gava me weşana kitêbxaneya spektralê ya ku ji aliyê Buroya Standartên Neteweyî yên Amerîkayê ve hat weşandin û nêzikî 300 hezar pêkhateyan di xwe de dihewîne lêkolîn dikir, rastî pêkhateyeke balkêş hatin. Me bawer dikir ku ev madeyê jehrî xwediyÊ bandoreje xurt ya kuştinê ye. Niha jî gava em li navê vê madeyê dinêrin, tê fêmkirin ku wa madeya me tespît kiriye ‘Noviçok, yanê A-234 bi xwe ye., made derket holê."

    Bi heman mijarî:

    Kremlinê nûçeya digot 'Skripal ji bo vegerê name ji Putin re şand' derewand
    Wezareta Rûsyayê: Brîtanya an nekarî xwe biparêze an jî bixwe di kuştina Skripal de heye
    Lavrov: Bûyera Skripal karê kesên ku dixwazin Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê asteng bikin e
    Etîketan:
    madeya A-234, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de