15:46 22 Nîsan 2018
    Şewata li bajarê Keremovo yê Rûsyayê

    Hat piştrastkirin ku di şewata li Rûsyayê de 37 kes mirin

    © Sputnik . Rusya Acil Durumlar Bakanlığı
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê pişrast kir ku di encama şewata ku li bajarê Keremovoyê li navendeke kirîn û firotinê derket de 37 kesan jiyana xwe ji dest daye. Beriya niha hatibû diyarkirin ku jê 40 zarok, bi tevahî 69 kes wenda ne.

    Komîteya Lêpirsînê di peyama xwe ya li ser Telegramê de got, "Heta niha hatiye piştrastkirin ku di encama şewata li navenda kirîn û firotinê ya li bajarê Keremovoyê de 37 kesan jiyana xwe ji dest daye. Xebatên rakirina kavilan berdewam dikin."

    Hatibû diyarkirin ku îro di sateen derdora nîvro de li bajarê Keremovoyê agir bi navenda kirîn û firotinê ya bi navê 'Zimnyaya Vişnya' ketiye.

    Çavkaniyekî ji Wezareta Rewşên Lezgîn jib o Sputnikê gotibû zarok ji ber şewatê jehrî bûne.

    ​Dîmenên derbarê bûyerê de li ser medyaya civakî hatin parvekirin.

    Bi heman mijarî:

    Sererkanê Rûsyayê: Hemû terorîstên li Sûriyeyê ji derve ve tên birêvebirin
    Ji Rûsyayê bersiva Brîtanyayê ya gotinên, ‘Hemû şop me dibin Kremlinê’
    Rûsya: Rûsyayê tu wext Gaza sînîrê ya ku weke ‘Novichok’ê tê bi navkirin hilneberandiye
    Rûsya: Balefirên leşkerî yên Rûsyayê Xûtaya Rojhilat bombebaran nekirin
    Putinê ku careke din bû Serokê Rûsyayê ji bo xelkê Rûsyayê diaxive
    Etîketan:
    şewat, Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de