02:33 25 Gulan 2018
    Vladimîr Pûtîn Donald Trump

    Peskov: Pûtîn û Trump herdu jî dizanin ku pirsgirêkên xwe rûbirû neaxivin çareser nabin

    © Sputnik / Michael Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov “Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin û Serokwezîrê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê axivîn, ev baş bû lê Pûtîn jî Trump jî herdu jî dizanin ku pirsgirêkên xwe rûbirû neaxivin çareser nabin.

    Dmitriy Peskov bi televîziyona MIR re di derbarê axaftina bi telefonê ya di navbera Pûtîn û Trump de axivî. Peskov anî ziman ku "ev axaftin, axaftineke prosedurel bû, Trump tenê bi niyeta pîrozkirina Pûtîn geriya. Ev peywendî muhîm e, di heman axaftinê de behsa girîngiya axaftina rûbirû jî kirin."

    Peskov di dewamiya axaftina xwe anî ziman ku ji bo çareseriya pirgirêkan lazim e rûbirû bêaxaftin. "Bêyî axaftina rûbirû pirsgirêkên mezin nayên çareserkirin. Li li hember hev bawerî çênabe. Herdû serok jî hay ji vê rastiyê hene. Lewre pirsgirêkên di navbera Rûsya û Amerîka de gelek in. Wek Koreya Bakûr, Sûriye…"

    Bi heman mijarî:

    Kovara Timesê ya amerîkî di hejmara xwe yê nû de tac danî serê Pûtîn
    Çîpras, ji Pûtîn re fikarên xwe yên li ser çalakiyên dawî yên Tirkiyeyê anîn ziman
    Pûtîn dê bi mîrê Qeterê re hevkariya darayî gotûbêj bike
    Rûsya encamên rasteqîn yên hilbijartinê ragihand: Pûtîn ji sedî 76.69 stend
    Etîketan:
    pûtîn, trump, axaftin, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de