04:16 20 Nîsan 2018
    Kremlîn - Kremlin - Moskow

    Kremlinê nûçeya digot 'Skripal ji bo vegerê name ji Putin re şand' derewand

    © Sputnik / Natalia Seliverstova
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevalekî Skripal yê dibistanê îdia kir ku Skripal xwestiye vegere Rûsyayê û ji bo vê yekê nameyek ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin re nivisiye. Kremlînê ew îdia derewand.

    Sixurê rûsî Sergey Skripalê ku ji ber dayîna agahiyan ji bo îstixbarata Brîtanyayê hat girtin û pişî pevguhertina sixuran bi Amerîkayê re çû Brîtanyayê, di 4ê Adarê de bi keça Yuliyayê re bi madeyeke kimyewî hat jehrîkirin û li ser vê bûyerê îdiayên nû derdikevin holê.

    Hevalê Skripal yê dibistanê Vladimir Timoşkov di axaftina xwe ya ji bo BBCyê de ragihand ku Skripal ji ber sixurtiya xwe ya dualî gelekî poşman bibû û îdia kir ku dostê wî dixwest vegere Rûsyayê û ji bo vê yekê ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin re nameyek şand.

    Timoşkov got, "Di sala 2012an de em bi riya telefonê bi hevdu re axivîn û gotibûi ji bo Putin bi tevahî min efû bike û bihêle ez biçim Rûsyayê, min nameyek jê re şand."

    Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov ev îdia red kirin û got, "Ev ne rast e, tiştekî wisa tune ye."

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Rûsyayê: Brîtanya an nekarî xwe biparêze an jî bixwe di kuştina Skripal de heye
    Peskov: Divê di mijara Skripal de Brîtanya delîl nîşan de, em ê mesûmiyeta xwe îsbat nekin
    Polîsê Brîtanyayê: Me pêwendî di navbera jehrîkirina Skripal û cînayeta Gluşkovî de nedît
    Lavrov: Bûyera Skripal karê kesên ku dixwazin Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê asteng bikin e
    Etîketan:
    Berdevkê Kremlînê, Dmitriy Peskov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de